Şaredariya Strasboûrgê mizgefta Erdogan fînanse dike

Partiya Keskan a ku li bajarê Strasboûrg a Fransayê şaredarî di destê wê de ye, biryar da ku 2,5 milyon eûro bide mizgefta herî mezin a Ewropayê.

Şaredariya Strasboûrgê ya ku Partiya Keskan (EELV) tê de serwer in biryar daku 2,5 milyon dolar bide avakirina Mizgefta Eyyup Sultan. Ev mizgeft nêzî desthilatariya Tirkan e û ji ber ku prensîbên derbarê mizgeftan a Fransayê red kiribû, balê dikişîne. Heke ev mizgeft were avakirin wê bibe mizgefta herî mezin a Ewropayê.

Gelek siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî vê fînansekirinê dan.

Wezîrê Berpirsê Hemwelatiyan Marlene Schîappa nerazîbûn nîşan da û got: “Ne cara pêşîn e ku Partiya EELV xwe nêzî Îslamîstên radîkal dike.”

Wezîrê Karê Navxweyî Gerald Darmanîn jî nerazîbûn nîşanî vê biryara şaredariya Strasboûrgê da û got: “Divê Meclîsa Şaredariya Strasboûrgê vê mudaxeleye ji derve fînanse nekira.”