Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Ewropayê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Rojava li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyên hemwext hatin protestokirin.

Artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd de tevahiya rojê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi hedefgirtina binesaziya sivîlan, gelek sivîl û hêzên leşkerî qetil kir. Êrîşên topyekûn li gelek navendên Fransa û Swîsreyê di saet 19:00’an de bi çalakiyên hemwext hatin protestokirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, saet di 19:00’an de li Qada Canabîerre mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endama Tev-Çandê Dîlber Rojava û Hevserok Aysel Malazgîrt axivîn. Aysel Malazgîrt got: “Ev êrîş me natirsînin. Em ê bi berxwedaneke mezintir û xurtir li qadan bin û Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin.”

Siyasetmedar Fethî Karayazi jî wiha got: “Îro ji bo veşartina çalakiya ku li cihê herî zêde jê pê bawer bûn, pêk hat êrîşî Rojava dikin. Ev êrîşên hovane me bi hêztir dikin.”

Karayazi bang li her kesê kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rojava û berxwedana gerîla bibin yek û bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin.

Di axaftinên li ser navê TCŞ’ê de jî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropa û her aliyên Kurdistanê hate kirin ku cihê xwe li qadên berxwedanê bigirin.

Di mîtîngê de banga tevlîbûna meşa navendî ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê roja şemiyê saet di 13:00’an de li Qada Canabîerre bê lidarxistin, hat kirin.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ LI GELEK NAVENDÊN FRANSAYÊ HATIN PROTESTOKIRIN

Kurdistanî li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê-CDK-F li Creîl, Reîms û banliyoyên Drancy, Vîlleneuve Saînt Georges û Vîllîers le Belê bi hemwextî daketin qadan û ev peyam dan: “Rojava ne bi tenê ye, em ê li her qadê li ber xwe bidin, wê têkoşîna me bidome.”

SWÎSRE

Kurdistanî li bajarên Zurîh, Lûzern û Bellînzona yên Swîsreyê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan.

ZURÎH

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berîtan li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DCK-S) Selma Surer diyar kir ku ev êrîş bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê destpêkirin û wiha got: “Ev êrîşên ku gelê me yê sivîl û gerîlayên Kurd hedef digire, ne tesaduf in. Gelê Kurd ne bi tenê û bêçare ne. Em ê di her şert û mercê de gerîlayên têkoşîna azadiya Kurd û Şoreşa Rojava ku bi paradîgmaya Rêber Apo hatiye afirandin, biparêzin.”

Li ser navê PYD’ê jî Sekvan Nîso axivî û got ku ew ê li dijî êrîşên qirkirinê jî li qadan bin.

Di axaftinên Komîteya Rojava û Defend Kurdistanê de li dijî êrîşên îmhayê banga mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst hat kirin. Piştre bi daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Elmanî hat xwendin.

Piştî axaftinan bi dirûşmeyên banga parastina Şoreşa Rojava ya li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakiya rûniştinê hat kirin û çalakî bi dawî bû.

LÛZERN

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanî li bajarê Lûzernê daketin qadan.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Mulla Şahîn axivî. Şahîn, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn bi bîr anî û got: “Bi vê çalakiyê dewleta Tirk hişyar kirin; me dikaribû hîn zêdetir bikira, lê divê ev tenê ji bo we bibe hişyarî. Li vir li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me jî hişyar dikin. Ji bo xatirê xwe û ji bo azadiya Rêberê xwe xwestin em li qadên zêdetir bin. Em diyar dikin ku em ê di vê rêyê de erka xwe pêk bînin. Heta dawiyê em dev ji rêya xwe bernedin. Divê her kes vê baş bizane ku wê sed sala 21’an bibe sala azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo. Di sedsala 21’an nikare hebûna gelê Kurd înkar bike, heta dilopek xwîna me bimîne em ê her tim li kolanan bin û li dijî dewleta Tirk a faşîst dengê xwe bidin bihîstin.”

Li ser navê PYD'ê Ahmet Sebrî jî got ku ji ber ku ew dizanin faşîzma dewleta Tirk nikare ji krîzê derbas bibe, dixwaze vê krîzê bi êrîşên li ser hemû Kurdistanê û gelê Kurd veşêre û wiha domand: “Divê her kes baş bizane ku heta statûya Kurdan neyê naskirin, yek Kurd jî bimîne, dewleta Tirk a faşîst wê van êrîşan bidomîne, lê wê tu carî nikaribe me têk bibe. Ji ber vê yekê em her tim hene û em ê her hebin. Tenê berxwedan û yekitî wê me rizgar bike. Bi şerê li dijî me nikarin me bitirsînin. Em ji xwe, partiya xwe û Rêberê xwe bawer û bawer in û tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BELLINZONA

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistaniyên li bajarê Bellînzona yê Kantona Ticîno daketin qadan û banga çalakiya lezgîn kirin.

Piştî axaftina Hevserokê CDK-Bellînzona Recep Akkamiş, daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Îtalî hat xwendin.

Çalakî piştî banga tevlêbûna meşa navendî ya ku bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê roja Şemiyê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bê lidarxistin, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ÇALAKIYÊN SIBÊ LI SWISREYÊ

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, wê sibê li gelek navendan li dijî êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk derkevin qadan.

Çalakiyên ku 6’ê Cotmehê roja Înê bi pêşengiya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) tên lidarxistin, wiha ne;

Bern

16.00-Bahnhofplatz

Lozan

17.00-Eniya dêra Saint Lourent

Winterthur

19.00-Bahnhofplatz

Cenevre

18.00 - Rue Pécolat

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê êrîşa wêrankirina tevahî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Saet 18:00’an Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamentoya Awûstûrya hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin.

Di çalakiyê de ku daxuyaniya Meclîsa Civaka Kurd a Awûstûrya (FEYKOM) hate xwendin, êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.

Di mîtîngê de bang li Serokwezîrê Awûstûrya Karl Nehammer hat kirin ku di demeke nêz de serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê betal bike û ev tişt hatin gotin: “Serdana Tirkiyeyê ya piştî van êrîşan tê wateya rewakirina Erdogan a li dijî Kurdan e û wê rê li ber êrîşên nû yên ber bi şer veke. Weke FEYKOM'ê em bang li her kesî dikin ku van êrîşên Tirkiyeyê bê bersiv nehêlin û bi awayekî aktîf bi Rojava re bin."

Girse piştre saet di 19:00 de ji pêşiya parlementoyê ber bi Stephansplatz a ku kolana herî qelebalix a Viyanayê ye meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.