Êrîşên qirkirinê û tecrîd li Graz û Wûppertalê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyan tevî dostên xwe, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistaniyan tevî dostên xwe, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê û li bajarê Wûppertalê yê Elmanyayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
GRAZ
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Haûptplatzê pêk hat û femînîst, endamên Solîkomîtee Kurdistan, Rîse Ûp Commûnîty tevlî bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin.
Bi pankartan û belavokan işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, tecrîd hate şermezarkirin.
WÛPPERTAL
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan pêk hat, belavok hatin belavkirin û dirûşm hatin qîrîn.