Êrîşên qirkirinê li Parîsê hatin protestokirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê hat protestokirin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê protesto kirin.
Gelek kesên ku li ser banga rêxistinên ciwanên Kurd TekoJIN û TCŞ’ê li ber stasyona trenê li hev civiyan, pankartên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar dike û piştgiriyê dide gelê Kurd vekirin. Çalakgeran piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê ber bi komeleyê ve meşiyan.
Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPJ-YPG” hatin berzkirin û muzîkên sembola Şoreşa Rojava lêxistin. Meş piştî daxuyaniya li ber komeleyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike û hiqûqa navneteweyî binpê dike.