Êrîşên qirkirinê li Kîel û Dûîsbûrgê hatin protestokirin

Êrîşên îmhayê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Kîel û Dûîsbûrgê hatin protestokirin.

Li bajarên Kîel û Dûîsbûrg ên Elmanyayê êrîşên îmhayê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

KÎEL

Bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Defend Kurdistan ve çalakî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Kîelê û dostên wan ên Elman beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dewleta Tirk bi axaftin û dirûşmeyan hat teşhîrkirin.

Her wiha di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya ku roja Şemiyê di saet 15:00’an de li Kîel Haûptbahnhofê ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, hat kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê jî êrîşên faşîst li ber stasyona trenê ya navendî bi mîtîngeke hatin protestokirin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û ev tişt hatin gotin: “Artêşa Tirk a faşît û qirker danê sibehê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziya sivîl hedef digre. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê û Musteşarê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan duh di televîzyona Tirkiyeyê de ragihandibû ku artêşa Tirk li Rojava êrîşî tesîsên binesaziyê yên weke elektîrîk û avê bikin. Êrîş vê danê sibehê di saet 9:00’an de destpê kirin. Di nava rojê de êrîşî gelek santralên elektîrkê û navendên trafoyê, herêmên pişesaziyê û qadên sivîlan kirin. Herî kêm 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn. Bi berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê wê hejmara şehîdan zêde bibin. Êrîşên bi heman rengî di Mijdara 2022’an de hatibûn kirin, artêşa Tirk a dagirker beşeke mezin a hilberîna elektrîk û sotemeniyê ya herêmê wêran kiribû û rojnamevan jî di nav de bi dehan sivîl qetil kiribûn.

Êrîşên li ser binesaziya sivîl û sivîlan di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de sûcên şer in. Hê beriya çend hefteyan Wezîra Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock bi Hakan Fîdan re civiya. Eger niha li ber sûcên şer ên li wir bêdeng bimîne û behsa nirxên NATO’yê bike, ewê bibe şirîkê sûcên Tirkiyeyê. Ji ber ku Tirkiye ne bi tenê piştgiriya siyasî di nava saleke de cara duyemîn sûcên wiha dike. Di heman demê de milyarên Euro ku di çarçoveya “peymana penaberan” de ji YE standiye, peydakirina çekan e ku artêşa Tirk zindî dihêle. Mînak, kamerayên li ser balafirên bêmirov ên Tirk ku îro sivîlan bombebaran dikin, li Elmanayayê ji aliyê şîrketa Hensoldt ve hatine pêşxistin û hilberandin. Em ji bîr nekin ku ev tecrîd û pergala êşkenceya giran a li ser Rêber Apo, êrîşa qirkirinê ya li ser gelê Kurd e.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.