Êrîşên qirkirinê li Dûîsbûrgê hat protestokirin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava û xiyaneta PDK’ê hatin protestokirin.

Kurdistanî li ser banga DKTM û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel di saet 16:00’an de li ber Stastona Trenê ya Dûîsbûrgê li hev civiyan û li dijî êrîşên qirkirinê meşek li dar xistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê DTKM û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker, 23’ê Tebaxê li nêzê gundê Til Şiîr, li ser rêya Qamişlo-Amûdê bi balafira biçek a bêmirov wesayita JIN TV’yê bombebaran kir. Di encama êrîşê de Necmedîn Feysel Hec Sînan bû şehîd û nûçegihana JIN TV’yê Delîla Egîd jî birîndar bû.”

Balafirên biçek a bêmirov ên Tirkiyeyê bêyî ku li qada hewayî ya di bin kontrola DYE û Rûsyayê de bê astengkirin, li esmanên Sûriyeyê tevdigerin.

Tirkiye di nava 3 salên dawî de li herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 200 êrşên hewayî pêk anî.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamevanên ku sûcên şer ên dewleta Tirk ên li herêmê eşkere dikin û diweşînin dibin hedef û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku li ber êrîşan xwedî helwest bin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Dawî li qetlîamên li Kurdistanê bînin”, “Bijî Serok Apo”, “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.