Li Munîhê çalakiya piştevaniya bi Rojava re
Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Munîhê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Munîhê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munihê di saet 15:00’an de li Sendlîngerstrê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Li ser navê Defend Rojava û DKTM’ê axaftin hatin kirin.
Di axaftina li ser navê Meclîsa Munîhê de bang li dewletên navneteweyî hat kirin ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin û wiha hat gotin: “Divê gelê me û dostên me yên li Ewropayê Rojava bi tenê nehêlin.”
Girseyê timî dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.