Êrîşên dewleta Tirk li Dusseldorfê hat protestokirin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.

Gelek çalakvanên ku di saet 17:00’an de li ber Stasyona Trenê ya Dusseldorfê li hev ciyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê protestokirin. Çalakî bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û danezan hatin xwendin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.