Êrîşên dagirkeriyê li Wûppertalê hatin protestokirin

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, endamên Komeleya Jinên Kurd a Viyan, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û dostên wan ên Elman, li ber avahiya ku kongreya eyaleta Partiya Keskan NRW (Landesparteîtag der Parteî-Bundnîs90/dîe Grunen) tê lidarxistin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. 

Di axaftinên çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û broşurên têkîldarî sûcên şer û mirovahiyê yên dewleta Tirk, li delegeyên kongreyê hatin belavkirin.

Li ber avahiyê makêtek Erdogan hatibû danîn ku pankarta “Ji bo bêdengiya we spas dikim” danîbûn ser.

Berpirsên Eyalata Partiya Keskan û herêmî daxwaza hevdîtina nûnerên Kurd qebûl nekirin û destûr nehat dayîn ku li salona kongreyê axaftina agahdarkirinê ji bo delegeyan bê kirin.