Êrîşên dagirkeriyê li Saarbruckenê hatin protestokirin
Li Saarbruckenê dewleta Tirk ku êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li dijî gelê Kurd pêk tîne û dewletên Rojavayî yên li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng dimînin, hatin protestokirin.
Li Saarbruckenê dewleta Tirk ku êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li dijî gelê Kurd pêk tîne û dewletên Rojavayî yên li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng dimînin, hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li Landwehrplatzê li hev civiyan û bi deqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin.
Di tevahiya meşê de ku ji kolanên herî qelebalix ên Saarbruckenê derbas bûn, li dijî dewleta Tirk a bi faşîzma AKP-MHP’ê tê birêvebirin dirûşm hatin berzkirin. Meş li hin cihên qelebalix rawestiya û axaftinên bi Elmanî hatin kirin.
Meş li Europa Galerîe bi dawî bû û li vir mitîngek hat lidarxistin. Di mitîngê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser bêdengiya dewletên Rojavayî ya li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û destnîşankirin ku Tirkiye ji vê bêdengiyê hêz digire.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê qanûnên navneteweyî tune dihesibîne û bang li dewletên Rojavayî hat kirin ku dawî li polîtîkaya xwe ya durû bînin.