Êrîşên dagirkeriyê li Dortmûndê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn li Dortmûndê hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirer ên li ser Rojava û Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn, li bajarê Dortmûn ê Elmanyayê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên ku li ber stasyona trenê ya navendî ya Dortmûndê li hev civiyan, pankata “Kurdistanê biparêze” û “Bila qada hewayî ya Rojava bê qedexekirin” hilgirtin.

Di daxuyaniya çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û diyarkirin ku gelê Kurd yê berxweder li hember ewqas zext û êrîşan jî serî li hember dagirkeran natewînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina faşîzma dewleta Tirk bi dawî bû.