Êrîşên dagirkeriyê li Darmstadt û Munîhê hatin şermezarkirin

Êrîşên artêşa Tirk ên bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de li Darmstad û Munîhê ku bajarên Elmanyayê ne hatin şermezarkirin.

MUNÎH

Kurd li bajarê Munîh ê Elmanyayê hatin ba hev û bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo êrîşê Rojava û Başûrê Kurdistanê neke, zextan li dewleta Tirk zêde bikin.

Kurd bi banga Înîsiyatîfa Ciwanan a Munîhê û DKTM’ê li qada Stachûsê hatin ba hev û êrîş bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.

Gava çalakiyê dirûşmeyên ‘’Bes ji bo qetlîamên li Kurdistanê’’ û ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bimire Îxanet’’ hatin berzkirin.

DARMSTADT

Kurdan li Darmstadtê jî êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên biçek ên bêmirov protesto kirin.

Kurd saet di 18.00’an de li Lûîsenplatza li navenda bajêr hatin ba hev û ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz girt.

Di daxuyanî û axavtinên li vir hatin kirin de, hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Çalakgeran bêyî navbir dirûşmeyên ‘’Erdoganê kujer’’ û ‘’Bijî Rojava’’ berz kirin.