Êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Hîldesheîmê hate protestokirin
Meclîsa Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Hîldesheîmê bi meşekê êrîşên qirkirinê yên dewleta AKP û MHP’ê ya faşîst protesto kirin.
Meclîsa Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Hîldesheîmê bi meşekê êrîşên qirkirinê yên dewleta AKP û MHP’ê ya faşîst protesto kirin.
Di çalakiyê de ji ber bêdengiya wan a li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, CPT û saziyên Ewropayê hatin şermezarkirin.
Gelê Kurd saet di 15.00’an de li Qada Angoûlemeyê li hev kom bûn û pankartên ku wêneyên Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan li ser bûn û pankartên li dijî tecrîd û dagirkeriyê vekirin. Çalakger heta avahiya şaredariyê meşiyan û li vir mîtîngek li dar xistin.
Di meşê de belavoka bi Elmanî hate xwendin.
Alayên TCŞ, YPJ, YPG, TJK-E û wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Zeynep Kinaci, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş hate hildan.
Meş û mîtîng bi stranên Seypa Perînçek bi dawî bû.