Bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker ku roja Pêncşemiyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrîş bir ser xebatkarên JIN TV’yê, li Hambûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, mîtîng hat çêkirin.
Di mîtîngê de ku ji aliyê Meclisa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê û pêkhateyên Defend Rojavayê ve hat çêkirin, wêneyên xebatkarê JIN TV’yê Necmeddîn Feysel Hecî ku bi êrîşa bi balafira biçek a bêmirov hat qetilkirin û pankartê li ser ‘’Artêşa Tirk a dagirker, destên xwe bikişîne ji ser Kurdistanê’’ nivîsandî hatin hildan.
Nûnera Meclisa Jinan a Rojbînê Leyla Kaya ku li mîtîngê axivî, got ku êrîşa li kedkarên çapemeniyê sûcek e ku li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin û ev gotin kirin: ‘’Bi qetilkirina hûn nikarin têkoşîna me biqedînin. Kurd azadîxwaz in, berdêlê azadiyê çi be jî wê ji vê rêyê venegerin.’’
Aktîvîsta mafên jinan Anja Flach ku li ser navê Defend Kurdistanê axivî, anî ziman ku dewleta Tirk di serî de Rojava hemû destkeftiyên Kurdan ji xwe re kirine armanc û bi destên PDK’ê hewila qewimandina şerekê navxweyî yê Kurdan tê dayîn. Flach her wiha bi lêv kir ku êrîş di heman demê de êrîşeke bi nemerdî ye ku li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan hatiye kirin û da der ku dewletên rojavayî ku bi Erdoganê faşîst re dibin piştgir û dengê xwe nakin jî herî kêm bi qasê yên qirker sûcdar in.
Li mîtînga bi armanca protestokirinê hat lidarxistin, dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Erdoganê terorîst’’ û ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ hatin berzkirin.