Çalakvanên NY'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin

Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî dikin, Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.

Di çalakiya vê hefteyê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatiye destpêkirin de '1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê' hat silavkirin.

Di çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşemê li Qada Natîons a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, serkeftina gel a Kobanê ku li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê tê parastin, silav kirin.

Çalakiya rûniştinê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şervanên YPG-YPJ’ê, gerîlayên azadiyê û lehengên ku ji çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê hatibûn û şehîd bûne, destpê kir.

Li vir li ser navê komîteya amadekar a çalakiya Cenevreyê Riza Çetînkaya axaftinek kurt kir û cangoriyên Berxwedana Serdemê ya Kobanê bi bîr anî.

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê didomin nirxand.

'EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Çelebî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Îro di bin navê kaosa li Rojhilata Navîn û nîzama nû ya cîhanê de ji bo gelê Kurd bê nasname, ax û rêber bê hiştin, li ser Rêber Apo êşkenceya tecrîdê tê kirin, her roj axa Kurdistanê tê bombekirin. Tecrîda giran a ku 3 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, li hemberî vê planê em ê xwedî li pêngava 'Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re ‘çareserî derkevin. Bi vê pêngavê re dema ku hêzên faşîst û dagirker têk bibin, em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û weke gelê Kurd di vê pêvajoya nû de cihê xwe li cem Rêberê azad û gelê azad rbigirin.”