Çalakvanên grevê li Berlînê li pêşiya parlementoyê çalakî kirin

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê çalakvanên çakakiya greva birçîbûnê jî di nav de, girseyeke qelebalix li pêşiya Parlementoya Elmanyayê mîtîngek lidar xistin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê hate kirin dom dike. Çalakvan îro li pêşiya Parlementoya Elmanyayê mîtîngek kirin.

Çalakvan li pêşiya konê çalakiya têkildarî armanc û çalakiya xwe axaftin kirin.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî û Îngilîzî belavok hatin belavkirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî piştgiriya enternasyonalîst’ û ‘ Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne’ qîr kirin.

Sibe jî wê saet 15:00’an li heman cihî çalakiyê bikin.

Li aliyê din jî Parlemeterê Partiya Çep Andreas Hûnko serdana çalakgeran kirin.