Çalakvanên fedaî li Marsîlayayê hatin bibîranîn
Li Marsîlyayê ji bo lehengên Tabûra Nemiran çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de hat gotin ku peyam hatiye girtin û soza mezinkirina têkoşînê dan.
Li Marsîlyayê ji bo lehengên Tabûra Nemiran çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de hat gotin ku peyam hatiye girtin û soza mezinkirina têkoşînê dan.
Ji bo endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Hasan Ogûz (Erdal Şahîn) ku 1’ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) merasîma bîranînê hat lidarxistin. Komîsyona Malbatên Şehîdan, Komîsyona Baweriyan, Meclîsên Ciwan û Jinan û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de hat gotin ku peyam hatiye girtin û soza mezinkirina têkoşînê dan.
Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna lehengên nemir hat pêşandan û li ser navê DKTM’ê axaftin hatin kirin. Nûnerê DKTM’ê diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li bîranînên hevrê Erdal û Rojhat derbikevin.
Nûnerê DKTM’ê bi berdewamî wiha got: “Di demeke ku li Kurdistan û Tirkiyeyê zilm, teror û zilma faşîtan gihiştiye asta herî jor, li girtîgehan ku êşkenceyên giran tên kirin li pey hev cenaze derdikevin, 31 meh in tu agahî ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin, 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo ye, li Zapê li dijî gerîla çekên kîmyewî û taktîk nukleer tê bikaranîn, milîtanên “Tabûra Nemiran” Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiyeke fedaî ya serketî pêk anîn. Hevrê Erdal û Rojhat berdewamiya Sara û Rûkenan ne, çalakiya li Enqereyê berdewamiya çalakiya li Mêrsînê ye. Divê dijmin bizane ku Gerîlaya Azadiyê yê bi rihê Apoyî her tim amadeye ji nişka ve derbe li dilê dijmin bide. Divê gelê me jî şêwazê têkoşîn û xwedîderketina xwe bigihînin asta herî jor. Ev çalakî li dijî tecrîdê hatiye kirin, divê gelê me jî pêngavên ji bo bidawîkirina tecrîdê biavêjin.”