Çalakiyên vegirtina konan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd berdewam in

Di çarçoveya pêngavê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd 10’ê Cotmehê dest pê hat kirin, li gelek welatên Ewropayê kon hatin vegirtin.

Çalakiyên vegirtina konan ku 24’ê Cotmehê dest pê bûn, du roj in berdewam in. Li hin bajarên din jî dest bi çalakiyê hat kirin.

Çalakî di çarçoveya pêngavê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd 10’ê Cotmehê ji aliyê heval û hogirên Kurdan ve li bi dehan navenda dest pê hat kirin, tên lidarxistin.

BORDEAUX

Li Bordeauxê ku bajarekê Fransayê ye, vê Çarşemiyê kon hat vegirtin, bi Fransî û İngilizî agahdarî hat kirin. Li çalakiyê belavok li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên wî hatin belavkirin.

KOPENHAG

Çalakiya vegirtina kon a li Kopenhagê ku bajarekê Danîmarkayê ye dest pê hat kirin, du roj in berdewam e.

Li çalakiyê li ser tecrîdê û fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.

Hîdayet Mele Elî yê ji Rojhilatê Kurdistanê li çalakiya li ber Parlamentoya Danîmarkayê axivî, got: ‘’Abdullah Ocalan tevî ewqas şertên zor li ber xwe dide, perspektîfên ji bo azadî, çareserî û jiyanê pêşkêş dike. Mirov li Abdullah Ocalan bibe xwedî, mirov li azadî û hemû nirxên Kurdan dibe xwedî.’’

Wê 26’ê Cotmehê dawî li çalakiyê were.

DEN HAAG

Li Den Haafê ku bajarekê Hollandayê ye, çalakiya 24’ê Cotmehê dest pê hat kirin, berdewam e.

Roja duduyan a çalakiyê ku bi pêşengtiya tevgera jinên Kurd li ber Parlamentoya Hollandayê tê lidarxistin, têkildarê tecrîdê agahdarî hat kirin, belavok hatin belavkirin.