Di çarçoveya pêngava "Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn e, her der Zap e, her der Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Çalakî kete hefteya sêyemîn.
Çalakî 12’ê Gulanê ku wê çar heftiyan bidome û Kurdistaniyên ji çar parçeyan ên li Ewropayê çalakiyê didomînin, li eynî qada ku Nobeta Azadiyê ev 9 salan tê domandin, çalakî tê kirin.
Dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriya Tirk, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li xwe digire ku ji aliyê KCDK-E’yê ve hatiye amadekirin, ji aliyê komîteya ji hevseroka NCDK Freîboûrgê Leyla Topûz, li ser navê FEDA Demîr Çelîk, li ser navê CÎK’ê Mele Kasim Serhet, ji Federasyona Êzidî yên Ewropa Carsûr Cemal, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ji bo bidin nûnerên herdemî yên endamê Konseya Ewropa (KE) destpê kiribû.
Dosyayên ku di nava her du hefteyan de dihate pilankirin ku ji bo bidin nûnerên herdemî, di nava rojê de dan nûnerên Elmanya, Swîsre û Ewûstûryayê.
Çalakiya li qada hevpar a saziyên Ewropa lê ne û 4’ê Hezîranê bi dawî bibe, di hefteya 3’an de bi panelên sernavên cuda dewam dike. Di nava rojê de li ser Qetlîama Agirî, Zîlan û Şêx Seîd panel hatin lidarxistin. Nûnerê CÎK’ê Mele Kasim Serhad ê di panelekê de axivî, diyar kir ku siyaseta qirker a dewleta Tirk a li ser Kurdan û gelên din û baweriyan dewam dike. Serhad anî ziman ku divê êrîşa dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê weke êrîşa qirkirina Kurdan bê girtina dest.
Di nava rojê de koma hunermendên TEV-ÇAND’ê yên ji Ozan Seyîdxan, Ozan Şemdîn, Comet, Peyman, Bengî Agirî, Tulay Şahmîran, Ozan Zahir, Şanoger Emale, Sîmar, Berbang û Lokman pêk dihat, tevlî çalakiyê bûn û stran gotin.