Çalakiya rûniştinê ya li ber KE'yê roja duyan qediya
Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê ya li ber Konseya Ewropayê roja duyan jî li pey xwe hişt, îro PYD'ê pêşengî ji çalakiyê re kir.
Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê ya li ber Konseya Ewropayê roja duyan jî li pey xwe hişt, îro PYD'ê pêşengî ji çalakiyê re kir.
Çalakiya rûniştinê ya bi mebesta ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ya li ber Konseya Ewropayê (KE) roja duyan li pey xwe hişt.
Çalakgeran sibehê zincîra mirovî çêkirin, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê anîn zimên. Têkilî tecrîdê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê gelek belavok hatin belavkirin. Mirovên li derdorê hatin agahdarkirin.
SERFIRAZ ROJAVA Û BAXOZÊ BÛ MIJAR
Piştî nîvro bi organîzasyona endamên YPG'ê têkilî Şoreşa Rojava û pêvajoyê nirxandin hatin kirin. Hate gotin bi têkbirina DAÎŞ'ê re mirovajî ji belayeke mezin hatiye xilaskirin û giringiya li Bakurê Sûriyê hate destnîşankirin. Hate gotin di avakirina pergalê de fikrên Ocalan esas hatine dîtin.
Piştre şanoyeke li ser serfiraziya li Baxozê hate lîstin.
NÛNERÊ HDP'Ê YAGIZAY XEBAT VEGOTIN
Nûnerê Konseya Ewropayê ya HDP'ê Fayik Yagizay serdana çalakgeran kir, Yagizay têkilî rûniştinên Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî yên KE'yê agahî da, bi bîr xist ku Leyla Guven ku ev 146 roj in di greva birçîb^nê ye demekê endamê Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ye.
Her wiha hunermendên TEV-ÇAND'ê û endamên Navenda Çandê ya Medê ya Baselê ya Swîsre jî li çalakiya rûniştinê hazir bûn.
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer got tevlêbûna çalakiyan roj bi roj wê zêdetir bibin, îro zêdetir ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Avûstûrya, Hollanda, Luksembûrgê nûnerên saziyan û welatparêzên Kurd hazir bûne.
Di nav çalakiya rûniştinê de rêveber û endamên gelek saziyên mîna PYD, CÎK, FEDA, Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger, Meclîsa Şengalê ya Êzîdî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û NAV-DEM'ê hene.