Çalakiya kon a li Marsîlyayê 3 roj li pey xwe hişt
Çalakiya kon a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransa hate danîn, roja 3’an jî li pey xwe hişt.
Çalakiya kon a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransa hate danîn, roja 3’an jî li pey xwe hişt.
Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîya ya Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo 3 rojan kon hate danîn.
Kon li Qada Vîeûx Port a yek ji rêyên herî qelebalix a Marsîlyayê ye hate danîn di roja 3’an de ye.
Li kon pankarta bi nivîsên ‘Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana me ye, tenduristiya wî teduristiya me ye’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û ‘Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan şervanên azadiyê, şoreşger in, ne terorîstin, TC li Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne’ vekirin.
Li qadê li gel hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan prtûk û broşurên pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd vedibêje belavkirin.
Çalakî wê sibe bi meşeke girseyî bi dawî bibe.