Çalakiya kon a ji bo azadiya Ocalan li Marsîlya di roja 2’an de didome

Çalakiya kon a bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li Marsîlya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 3 rojan hatibû destpêkirin, di roja 2’an de dewam dike.

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîya ya Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo 3 rojan kon hate danîn.

Kon li Qada Vîeûx Port a yek ji rêyên herî qelebalix a Marsîlyayê ye hate danîn di roja 2’an de ye.

Li kon pankarta bi nivîsên ‘Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana me ye,  tenduristiya wî teduristiya me ye’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û ‘Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan şervanên azadiyê, şoreşger in, ne terorîstin’ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Li qadê prtûk û broşurên pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd vedibêje belavkirin.

Çalakî wê roja Înê bi meşeke girseyî dawî bibe.