Çalakiya ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin kete hefteya 593’an.
Çalakiya ku gelê Kurd û dostên wan li nuqteya ku saziyên Ewropayê dicivin, hefteyê 7 rojan saet di navbera 07.30-16.30 de dewam dike.
Çalakiya ku ji aliyê komên ji welatên cuda yên Ewropayê ve hat berdewamkirin, di hefteya nû de ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û aktîvîstên Komuna Arjîn Garzan dewr hat girtin. Koma nû ya ji Halîse Tûzer, Naîle Gumuştaş, Saadet Doymaz û Fehîme Ozturk pêk tê, wê heta 5'ê Mijdarê nobedê bigirin.
'TECRÎD POLTÎKAYA TESLÎMGIRTINA VÎNA GELÊ KURD E’
Berpirsê ji koordînasyona çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfu Bîngol ê ku di dîroka berxwedanê de cih girtiye, bal kişand ser girîngiya kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de li gelek welatên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û wiha got: “Tecrîd îşkenceya li ser gelê Kurd e. Siyaseta teslîmgirtina Kurdan e. Banga me li gelê Kurd, rêhevalên Rêber Apo û dostên Kurdan e. Divê em kampanyayê berfireh bikin û dawî li vê îşkenceyê bînin." Zulfu Bîngol diyar kir ku wan bang li saziyên Ewropayê û bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kirine ku erka xwe bi cih bînin û wiha domand: “Heta ku Rêberê me azad nebe em ê dawî li vê çalakiyê neynin. Em ê bi berfirehkirina kampanyayê encam bigirin."
'BERSIVA ME BERXWEDAN E'
Ji çalakgeran Naîle Gumuştaş jî ev tişt anî ziman: "CPT erka xwe pêk neaniye. Hewl dan vîna jinên ku 25 sal in daxwaza aştî û azadiyê dikin rehîn bigirin. Em ê bi vîna jinan vê komploya qirêj pûç bikin. Em ê tenê bi agahiiyên ji Rêberê xwe têr nebin, em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin, wê serkeftin, serkeftina gelê Kurd be.”
'RÊBERTÎ Û GEL YEK IN’
Halise Tûzer bal kişand ser berxwedana nêzî 80 Kurdistaniyên ku ji roja destpêkê ya komploya navneteweyî ve li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne yek û bi bedena xwe li dijî komployê kirin meşaleya ji agir û wiha got: "Ji ber ku Rêbertî û gel yek in.”
Tûzer anî ziman ku çalakiya ku ew li pêşiya CPT'yê dimeşînin, di heman demê de çalakiya li ser navê mirovahiyê ye. Tûzer diyar kir ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawîkirina şeran pêkan e û wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku azadiya jinê bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye. Em jin deyndarê Rêbertî ne."