29 şehîdên Rojava li Brukselê hatin bibîranîn
29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku li Dêrikê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li paytexta Belçîka Brukselê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn.
29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku li Dêrikê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li paytexta Belçîka Brukselê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn.
29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku li Dêrikê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li paytexta Belçîka Brukselê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn. Bîranîn li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Qada bîranînê bi wêneyên 29 şehîdan, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, YPJ û PYD’ê hatin xemilandin.
Biranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Ewilî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan dayika Sultan axivî û got: “Soza xwedîderketina li doza şehîdan, erka her Kurdekî xwedî rûmet e.”
Piştre Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar axivî. Aydar anî ziman ku tiştên îro li Rojava û Xezeyê rû didin ji hev necudan e û got: “Tirkiye dilsoziya xwe bi Xezeyê re nîşand dide, lê heman hovitiyê bi xwe li Rojava û Kurdistanê dike. Dewleta Tirk li ber çavê cîhanê bi dehan caran li Cizîr, Şirnex, Serêkaniyê û Efrînê mirov bi zindî şewitandin. Divê ev durûtiya Tirkieyê baş were dîtin.”
‘DIVÊ PÊNGAVA AZADIYÊ BÊ XURTKIRIN’
Aydar bal kişand bi ser Pêngava Azadiyê jî wiha got: “Pêngava hatiye destpêkirin, pêngavek girîng e û divê hîn zêdetir were xurtkirin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelên Kurdistanê ye.”
SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evdilkerîm Omer jî axivî û got: “Bi saya şehîdan û ramanên Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê dîrokek nû tên nivîsandin. Ji roja destpêkê ve dewleta Tirk a dagirker êrîşî statuya Rojava dike. Di êrîşên dawî de dewleta Tirk hemû qadên jiyanê ji xwe re kiriye hedef. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in.”
Omer anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze Peymana Lozanê nû bike û bi van gotinan dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi çekên NATO û hevalbendên xwe Kurdan di qirkirinê re derbas bike. Bila îro Ewropa xwe nexapîne, eger îro bi ewle dijîn bi saya şehîdên me yên nemirin. Rojava hemû dinya ji metirsiya DAÎŞ’ê rizgar kirin.”
Di bîranînê de birayê Şehîd Xwînrêj Dêrik ê yek ji 29 Endamên Ewlekariya Hundirîn ên li Dêrikê şehîd bûne, Seîd Dêrik jî axaftinek kir. Dêrîk wiha got: “Ez sersaxiyê ji gelê Kurd, Rêber Apo û hevrêyên wî re dixwazim. Em li ser şopa birayê xwe ne. Xwînrêj Dêrik şehîdê duyemîn ê malbata me ye. Em bi doza wan û têkoşîna wan serbilindin. Xwînrêj şehîdê Neteweya Demokratîk a Gelê Kurd e.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.