CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji rêxistinên jinan ji bo cenazeyê Hoffmann banga tevlîbûnê
SKB, TJK-E, Tevgera Jinan a Suryanî û Jina Nû, ji bo merasîma cenaze û bîranînê ya ji bo Şervana MLKP’ê şoreşgera enternasyonalîst Ivana Hoffmann wê 14’ê Sibatê Sibatê roja Şemiyê li Duisburg Hamborn Rathaus bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin. -
‘Hikûmet dixwaze çavkaniyên debarê yên Kurdan biqedîne'
Parlamenterê HDP’ê Aksoy, bal kişand ser mijara mafê birîn û anîna alavan a ji rayeya Deriyê Gumrikê yê Gurbûlak hatiye derxistin û got ku ev cudakarî ye. -
Kûlîng Sevîlgen di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
Girtiyê bi navê Kûlîng Sevîlgen ê sala 2012’an ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa Ta Bandirma hat kirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. -
Ji Rûm û Tirkên Qibrisî li hember santrala nukleerî ya Akkûyû bertek
Platforma Dijberî Nukleerê ya Qibris, qezayên nukleerî yên demên berê bibîr xist û li hember çêkirina santrala nukleerî ya Akkûyû nerazîbûn nîşan da. -
Gazî hat bîranîn
Bi munasebeta 20'emîn salvegera komkujiya Gazî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi meşekê hatin bîranîn. -
Li Hannover Buroya Piştevaniyê ya bi HDP’ê re hat vekirin
Hevseroka NAV-DEM’ê Koç a di vekirina Buroya Piştevaniyê ya bi HDP’ê re ya li Hannover de axivî got, "Divê mirov hilbijartinan bi asta derbaskirin an jî nederbaskirina bendê re negire dest." -
Polîsan li Stenbolê êrîşî bîranîna Berkîn kirin
Polîsan êrîşî bîranîna Berkîn Elvan a li Kadikoy a Stenbolê kirin. -
Li Strasbourg xebatên hilbijartinê didomin
Li Strasbourg ji bo di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de HDP bê destekkirin xebatên hatine destpêkirin didomin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajêr 5’ê Nîsanê wê panelek bê lidarxistin. -
Li Enqereyê polîsan careke din êrîşî bîranîna Berkîn Elvan kirin
Zarokê bi navê Berkîn Elvan ê di bûyerên Geziyê yên li Stenbolê de, ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest da, li Enqereyê hate bîranîn û polîsan careke din êrîşî çalakiya bîranînê kirin. -
Ji bo Berkîn Elvan li gelek navendan çalakî HAT NÛKIRIN
Li Enqere, Edene û Îzmîrê di salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tevî failên Elvan tên zanîn jî hê ti doz nehatine vekirin. -
HDP’ê, ji bo bi mîlyonan xizanan bang li Meclîsê kir
HDP’ê ji bo nirxandina şert û mercên mirovên di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn bang li Meclîsê kir. Balûken ê têkildarî mijarê daxwaza hevdîtina giştî kir got ku 50 mîlyon mirov di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn. -
Malbata Elvan li hember Wezareta Karên Hundir doz vekir
Malbata Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da li hember Wezareta Karên Hundir doza tazmînatê ya 1 mîlyon TL vekir. -
Li Swêd Suryanî û Kurdan DAIŞ protesto kirin
Li bajarê Helsingborg ê Swêd Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurd derketin qadan û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûriyên li Rojava-Gozarto protesto kirin. -
Li Dêrsimê li hember kana keviran têkoşîn
Li gundê Sînan ê girêdayî navenda Dêrsimê gundiyên ku destûr nedan kana keviran, ber bi qada kana keviran ve meşiyan ji bo makîneyên kar nexebitin bangawazî kirin. -
Polîsan li Îzmîrê girt ser konê ji bo Hoffmann hatibû vedan
Polîsan li Îzmîrê girt ser konê taziyeyê yê ji bo şervana Elman Ivana Hoffman a li Rojava jiyana xwe ji dest da hat vedan. Di êrîşa polîsan de 11 kes hatin binçavkirin. -
Li Sirtkoy û Aydinê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li Hezex û Aydinê dewam kirin -
'Xwedîderketina li şoreşa Rojava wezîfeya me ya esasî ye'
Çalakiyên 8’ê Adarê yên hefteyeke li Londrayê didomin duh bi panel û aktîvîteyeke çandî bi dawî bûn. Gelek kes beşdarî panel û aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a li Harîngey bûn. -
Li Celle buroya hilbijartinê hat vekirin
Li bajarê Celle yê Elmanya buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin. -
Li hemberî bendav û HES’an meş
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya Êlihê li hember bendav û HES’ên tê xwestin li Kurdistanê bên çêkirin ber bi Heskîfê ve meşek li dar xistin. -
Şervanên YPJ’ê Îlbaş û Akay hatin bîranîn
Şervanên YPJ’ê Koçer Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) li bajarê Arnhem ê Hollanda hatin bîranîn. -
Li Anatolyaya Navîn coşa 8’ê Adarê
Li bajarên Konya, Enqere, Karabuk, Eskîşehîr û Kirşehîr ên Anatolyaya Navîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin. -
Şervana MLKP’ê Îvana Hoffmann li Bruksel hat bîranîn
Rêxistina ciwanan a girêdayî AvEG-Kon, Young Struggle (YS) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), şervana MLKP’ê ya Elman Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da û hevalên wê yên têkoşînê bibîr anîn. -
Li Ewropayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek navendên Ewropayê di atmosfera berxwedanê de hat pîrozkirin. Di çalakiyên pêşengiya jinan de ku serketina Kobanê hat silavkirin, banga xurtkirina piştevaniya bi Şengalê re hat kirin. -
Ji bo Berxwedan Varto û 8 hevalên wî li Rennes bîranîn
Ji bo 9 şervanên YPG’ê yên 22, 23, 24 û 26’ê Sibatê li Til Hemis û Til Temir di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li rojavayê Fransa bajarê Rennes merasîmeke bîranînê hat lidarxistin, taziye hatin qebûlkirin. -
Ji bo Berkîn Elvan bi hezaran bûn yek dil
Berkîn Elvan, di yekemîn salvegera mirina xwe de hat bîranîn.