CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
Têkoşîn Avaşîn Guneş, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Şervana MLKP’ê Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a 7’ê Adarê li Kantona Cizîrê ya Rojava di operasyona li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê lê hatibû dinyayê ji aliyê hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
-
-
-
Daxwaza azadiya zarokên girtî
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 156 a bi navê "Rûniştina F" li da xistin û daxwaz azadiya zarokên girtî kirin.
-
Sevîlgen ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Kûlînk Sevîlgen ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da li Goristana Guneykent a Mêrsînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
-
-
-
-
-
Ji bo Îvana Hoffmann wê merasîma girseyî pêk bê
Şervana MLKP’î Îvana Hoffmann a li Kantona Cizîrê ya Rojava di operasyona li dijî DAIŞ’ê 7’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, îro li bajarê Duîsburg a Elmanyayê wê bi merasîma girseyî bê definkirin.
-
-
-
-
Li Duisburg xebatên hilbijartinê didomin
Di civîna li Duîsburg a Elmanyayê ku ji aliyê DKTM’ê ve hat lidarxistin, xebatên heta niha hatine meşandin hatin destgirtin û biryar hat girtin ku 26’ê Nîsanê şeva piştgiriya bi HDP’ê re bê lidarxistin.
-
-
Altûn li Stenbolê hat oxirkirin
Şervanê MLKP’ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) ê ku di 11’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da bi tîlîlî û dirûşman hat oxirkirin.
-
-
Ji kedkarên tenduristiyê daxuyaniya grevê
Kedkarên tenduristiyê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo şertên xebatkarên tendûrîstiyê û "bernameya vegera tenduristiyê" rojekê dest bi grevê kirin û di çarçoveya grevê de li gelek bajaran meş, daxuyanî hatin lidarxistin û polîtîkayên hikûmetê rexne kirin.
-
Dewlet vê malbatê dewlemend dibîne!
Li gundê Bahçedere yê navçeya Amed Pîranê, Nazîme (48) a ji aliyê mejî ve astengdar e û hevserê wê Mehmet Olmez (79) ê nikare rabe ser xwe, 3 jê astengdar bi 5 zarokên xwe re hewl didin bijîn.