CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
KCD-E: Yên bertek nîşanî Îranê nedin hevkarê sûc in
Hevserokatiya KCD-E bertek nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd a ji aliyê Îranê ve pêk hat da û da zanîn ku di serî de NY û YE û hemû saziyên mafê mirovan divê bêdeng nemînin. -
Li Swîsreyê Mereşî ji bo HDP’ê kom bûn
Mereşiyên ji bo piştgiriya HDP’ê li Swîsreyê hatin gel hev, dest bi xebatên hilbijartinan kirin. -
KNK: Gelê me ji darvekirinê qet netirsiyaye û natirse
Konseya Rêveber a KNK’ê darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got, “Gelê me ji zîndan, îşkence û îdamkirinê qet netirsiyaye û natirse.” -
Li Îzmîrê alozî didome
Li Zanîngeha Egeyê duh di dema êrîşa ulkucuyên faşîst de reîsê ulkucuyan Firat Yilmaz Çakiroglu hat kuştin û piştî vê gengeşiya derket holê didome û sedema bûyera faşîzan diyar dibe. -
‘Lokmeya Xizir sembola piştevaniya komunal e’
Berdevkê Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Suleyman Deprem da zanîn ku ‘Lokmeya Xizir’ sembola piştevaniya komunal a Elewitiyê ye û ji bo bernameya ku wê di 22’ê Sibatê de pêk bê bang kir. -
‘Her kesê xwedî wijdan divê tevlî çalakiya sînor bibe’
Çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê di roja 160’emîn de didome. Xwendekarên jin ên Zaningeha Şirnexê jî ji bo piştgiriya çalakiya ser sînor hatin gundê Elîzêrê. -
Li girava Sîcîlya aktîvîteyên ji bo Kobanê
Li paytexa Palermo ya herêma xweser a Sîcîlya ya Îtalya ji bo Kobanê û Rojava du rojan aktîvîteyên piştevaniyê hatin lidarxistin. -
Li Amedê 321 kesî piştî îşkenceyê ji bo dermankirinê serî li TÎHV'ê da
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê ku xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê didin mexdûrên îşkenceyê diyar kir ku li Amedê sala burî 321 kesî ji bo xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê serî li wan daye -
'Em bi hev re Kobanêya nû ava bikin'
Seroka Konseya Rêveberiya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa ku tevî Alîkarê Serokê Kobanê Xalid Berkel tevlî 2’yemîn konferansa Derya Spî ya li Stenbolê pêk hat bûn û xwest ku her kes li gorî hêza xwe tevlî ji nû ve avakirina Kobanê bibe -
‘Pakêta ewlekariya hundir’ û êrîşa li dijî wekîlan hat şermezarkirin
“Pakêta Ewlekariya Hundir” a li Meclîsê tê nîqaşkirin û êrîşa li hember wekîlên HDP’yî li navçeyên Mêrdînê Stewrê, Şemrex, Nisêbîn, Dêrik û Qoserê û li Dêrsimê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. -
Divê Kobanê wek Herêma Afetê ya Navneteweyî bê îlankirin
Heyetek ku ji 12 endamên Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB’ê pêk dihat, rapora têkildarî Kobanê amade kiribûn, ji raya giştî re aşkera kir. -
Penaberên siyasî yên li Swêd piştgirî dan HDP’ê
Komeleya Piştevanî û Çandê ya Swêd-Tirkiyeyiyan a ji aliyê penaberên siyasî yên piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê hatin hat avakirin, bang li tevayî Tirkiyeyî û Kurdistaniyan kirin ku di hilbijartinên Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê. -
Li Mala Zarokan a Solîn şahiya zimanê dayikê
Li Mala Zarokan a Solîn a girêdayî Şaredariya Rezan, bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxistin. -
‘Em ê li hember êrîşên li dijî wekîlên xwe bêdeng nemînin'
Rêxistina HDP’ê ya Amedê êrîşa li Meclîsê ya li hember parlamenterên jin şermezar kir. -
‘Kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan nayên jibîrkirin’
Ji bo Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen ê ku li Kobanê di operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn, ligel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn -
Ji KNK’ê têkildarî darvekirinên li Îranê daxuyanî
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir rejîma Îranê bi cezayên îdamê sûcên mirovatiyê dike û bi darvekirina Saman Nesîm û hevalên wî ku kirine rojeva xwe, heta niha çarenivîsa wan nexuyaye. -
Demîrtaş: Li hember Pakêta Ewlekariya Hundir wê berxwedana me bidome
Demîrtaş der barê Pakêta Ewekariya Hundir de jî got, "Têkildarî pakêta ewlekariyê bê em çiqasî mafdar in, bi helwesta şidetê ya parlamenterên AKP’ê hat dîtin. Ji bo ev qanûn derkeve çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.” -
Demîrtaş: Hilbijartinên giştî firsendeke
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî 2'yemîn Konferansa Derya Spî ya Partiya Çep a Ewropa ya li Otelek Hîl a Taksîmê bû got ku hilbijartinên 2015'an ji bo AKP'ê paşde bibin derfetekî gelek mezin e -
4. Festîvala Fîlmên Kurd a Kopenhagenê destpê kir
4. Festîvala Fîlmên Kurd a Kopenhagenê, duh bi bernameya vekirinê destpê kir. -
Polîsan li Edeneyê êrîş bi ser xwendekarên Ozgecan bibîr dianîn
Li Edeneyê xwendekarên lîseyê yên xwestin qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar bikin û Aslan bibîr bînin rastî êrîşa polîsan hatin. -
Ji karsazê Başûrê Kurdistanî ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî
Karsazê ji Başûrê Kurdistanê Hatam Rafîk ê li bajarê Arnheîm ê Hollanda dijî, ji bo Kobaniyan û Şengaliyan 2 hezar pêlav alîkarî da. Alîkariya nêzî 30 hezar Euro radestî rêveberên Navenda Civakî ya Demokratîk a Arnheîm hat kirin. -
ÎHD: Divê Murşîtpinar bê vekirin
ÎHD a li Pirsûs û Kobanê lêkolîn kir, ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin xwest Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar bê vekirin. -
Li Amedê li deriyên dikanan lewheyên ‘vekirî-girtî’ hatin daliqandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, KCD û TZP-Kurdî lewheyên ‘vekirî-girtî’ yên Kurdî belav kirin û ji bo meşa 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bang li gel kirin. -
Hevşaredarên Amed û navçeyên wê derbasî Kobanê bûn
Hevşaredarên Amed û navçeyên wê, alîkariyên bi xwe re anîbûn, radestî rayedarên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê kirin û derbasî Kobanê bûn. -
Di 88 rojan de ji çiyayên Derya Reş heta bi çiyayên Dêrsimê
Ji pênûsa gerîla Şiyar Dêrsim pirtûka bi navê "Şopên Zarokên Çiyayê Derya Reş" hat weşandin.