CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Çorûmê xwendekarên zanîngehê di greva birçîbûnê de ne
Xwendekarên Zanîngeha Hîtîtê ya Çorumê ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Çewlikê yên di greva birçîbûnê de ne îro dest bi grevê kirin. -
Ciwanên Kurd li Den Haagê civiyan
Ciwanên Kurd li bajarê Den Haagê bernameyek pêk anîn û peyama wê tevlî jiyana jirêderketî ya Ewropayê nebin û li dora felsefeya Ocalan bibin xelek dan. -
Bi alên KJA şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin
Li gundên Elîzer û Miseynterê bi pêşengiya jinan gelek welatî hatin cem hev û bi hilgirtina alên KJA'yê di roja berxwedanê ya 174'an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. -
Li Basel û derdorê wê ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde
Li basel û derdora wê di çarçoveya hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 25. ku xebat tên meşandin ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde heye. -
Wê 10 deh hezar dar li Rezan bên çandin
Şaredariya Rezan wê di nav park, peyarê û qadên kesk ên Rezan de 10 hezar dar biçîne. -
Turkdogan: Divê Birêz Ocalan karibe bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike
Turkdogan diyar kir ku divê hikûmet li gorî daxuyaniya hevpar a bi HDP'ê re da, gavan biavêje û got, "Pêwîste mijarên nava 10 xalan dagirin, bên muzakerekirin. Rêyên têkiliyê yên Birêz Ocalan werin vekirin; karibe bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike." -
Li Mannheîm xebatên hilbijartinan didomin
Li bajarê Mannheîm ê Elmanya, ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk (YHD) ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dergeha AKM bi tevlîbûna 300 kesî panelek hat lidarxistin. -
ÎHD’ê binpêkirinên mafan ên sala 2014’an aşkera kir
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 2014’an a binpêkirinên mafan û bilançoya salê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên mafan zêde bûne û Tirkiye ber bi dewleta otorîter ve diçe. -
Ji bo Alî Aslan wê sibe merasîmek bê lidarxistin
Ji bo welatparêzê Kurd Alî Aslan ê duh li paytexta Swêd Stockholm li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Çandê ya Kurd a li semta Fridhemsplan a Stockholm wê merasîmek bê lidarxistin. -
Hat xwestin ku ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ paşve bê kişandin
Bertekên li dijî "Pakêta ewlekariya Hundir" berdewam dikin. -
21 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Egeyê 21 xwendekar hatin binçavkirin. -
Ji bo Kobanê û Şengalê li Londonê pêşangeh hat vekirin
Meclîsa Jinê ya Roj û Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê bi hev re pêşangehek organîze kirin. Hatineyên ji vê pêşangehê wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Kobanê û Şengalê re bên şandin. -
Komeleyên Êzidiyan ên li Fransa tevlî FKÊ dibin
Di konferansa Êzidiyan a li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, komeleyên Êzidiyan ên li Fransa xebatan dimeşînin biryara yekîtiyê girtin. -
Çalakiya 39’emîn a Wijdan û Dadê pêk hat
Malbatên Karker ên li Dadê Digerin, di çalakiya 39’emîn a Nobeta Wijdan û Dadê de diyar kirin ku berpirsê cinayetên karkeran karsaz û dewleta xwediyê berpirsyartiya kontrolkirinê ye û careke din xwestin berpirs bêne darizandin. -
Muzeya Neteweyî ya Iraqê 4 hezar 300 berhem vegerand
Muzeya Neteweyî ya Iraqê ku di dema Şerê Iraqê yê sala 2003'an de bi temamî hat talankirin, ji nû ve hat vekirin. Mizgînî hat dayîn ku yek ji sê parên berhemên hatin talankirin, hatine rizgarkirin. -
Ji bo Aslan ê MLKP’yî li Parîsê bîranîn
Bîranîna Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ê 24’ê Sibatê li gundê Cede yê girêdayî Til Hemis di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Lokala Parîs ACTIT pêk hat. -
KCD’ê ji bo Yaşar Kemal sersaxî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê ji bo Yaşar Kemal ê îro jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand. -
Li Swêd darvekirinên li Îranê tên şermezarkirin
Kurdistaniyên Swêd darvekirina sê siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin. -
Êrîşa li hember xebatkarên tenduristiyê li Amedê hat şermezarkirin
Li Amedê SES û Saglik-Sen, êrîşa ku xizmên nexweşan li hember hemşîreyekê û du memûrên tenduristiyê pêk anîn şermezar kirin. -
'Ji girtiyên zarok ên li Wanê re propagandaya DAIŞ’ê’ li meclîsê ye
Parlamenterê HDP’ê Aktaş, bal kişand ku ji zarokên girtî yên li Girtîgeha Wanê re propagandaya DAIŞ’ê tê kirin û mijar anî rojeva Meclîsê. -
Tirkiye bi vekirina Ava Xabûrê piştgirî da DAIŞ’ê?
Parlamentera HDP’ê Ata, diyar kir ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de Ava Xabûrê hat vekirin û cihekî ku gundî birevin nehat hiştin. -
KNK’ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ banga berxwedanê kir
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Asûrî-Suryanî-Kildaniyan, bang li Kurdistaniyan kir ku parastina xelkê Mesîhî gelek bilez û aktîf bicih bînin û tehdîta li ser wan berteref bikin. -
Keçên Winda yên Dêrsimê li Parlamenta Îngilîstanê ye
Dokûmantera "Hay Way Zaman-Keçên Winda yên Dêrsimê" wê li Parlamenta Îngilîstanê were nîşandan. -
Platform Tûrabdîn: Asûrî-Suryanî-Keldanî li benda alîkariya lezgînin
Platform Tûrabdîn a rewşenbîrên Suryanî li hember êrîşên li dijî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî nerazîbûn nîşan da. Platformê banga alîkariya lezgîn û piştevaniyê kir. -
‘Bila qedexeya li hember PKK’ê bê rakirin’
Li ber parlamentoya Elmanya bi daxwaza rakirina qedexeya li hember PKK’ê çalakiyek hat lidarxistin.