Li Peîne serketina HDP’ê hat pîrozkirin

Li Elmanyayê pîrozbahiyên ji bo serketina HDP’ê didomin

Li bajarê Peîne yê Elmanyayê serketina HDP’ê ya hilbijartinê hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Peîne ve hat organîzekirin.

Pîrozbahiya saet 17.00’an destpê kir heta saet 20.00’an bi coş dewam kir.

Memo Kazan, Xêrî Daban û Saban Kazan stranên xwe gotin. D pîrozbahiyê de Projeya Jiyana Nû hat silavkirin.