Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)
Em vê carê dibe mêvandarê vê çîroka nemir û ronahiya ku ji Deşta Heranê ber bi lûtkeyên çiyayan ve bilind bûye, digihîne dilê hezaran…
Em vê carê dibe mêvandarê vê çîroka nemir û ronahiya ku ji Deşta Heranê ber bi lûtkeyên çiyayan ve bilind bûye, digihîne dilê hezaran…
Careke din asîmanên bêdawî stêrkên li ser sînga xwe bi serbilindî nîşan didan. Ew wekî moriyên ronahiyê yên li ser kofiya şevê hatine dirûtin, an jî mîna hêviyên winda yên ku li benda sibehê bin, diteyisîn. Bi berbanga rojê re dem diherikî…
Ew tîrêjên pêşîn ên rojê, mîna dilekî dilovan, rûyê asîman ji xewnên şevreşiyê şiyar dikirin. Lewma ji pişt wan çiyayên asê û dûr ve, vegotina çîrokekê ji zimanê hevrêtiyê bask vedida. Her hevokeke xwedî xeyalên kûr û bêriyê, ji nava rûpelên romana têkoşîna azadiyê diperikiya. Ji bo wê jî her kite û peyvek dibû pira di navbera doh û îro de. Ew çîroka ku ji pişt çiyayên asê dihat bihîstin, ne tenê behsa derbasbûna demê, behsa rûmet, hevaltî û rûpelên zêrîn ên dîroka ku bi keda dil û salan hatibû hûnandin dikir.
Wê romana têkoşîna azadiyê îro rûpelên xwe yên serfiraziyê bi vegotina Rûkenê vedikir; wê mifteyên bîr û hişên xwe ji me re vekiribûn. Di her rûpelê de bîranîna hevrêtiyê wekî tîrêjên rojê yên bi xunava sibehê li ser teht û zinarên welat belavbûyî diteyisî. Wan gerîlayên ku mil bi mil şer kiribûn û sonda serketinê xwaribûn, dibûn çîrok û destanek ji rûpelên dîrokê û şewq didan.
Ev lehenga ku navê wê li ser kevirên reş û kaniyên Rihayê hatiye neqşandin dibe rûpelên zêrîn û li asîmanê azadiyê şewq dide. Em vê carê dibe mêvandarê vê çîroka nemir û ronahiya ku ji Deşta Heranê ber bi lûtkeyên çiyayan ve bilind bûye, digihîne dilê hezaran…
Dema mirov li zarokatiya Hevala Rûken (Zohre Ocalan) û mezinbûna wê dinêre, rastî gotina Rêber Apo tê ku digot: “Haya gundê me ji dinyayê nebû, lê haya dinyayê ji gundê me hebû.” Ew mîna herikîna aveke zelal a ku ji kaniya vejînê derketiye bû. Lewma di vegotina gerîla Narîn Engîzek de jî eşkere dibe ku wê refên yekem, duyem û heta "Zankoya PKK’ê" di nav perwerdeya partiyê de bi serketî qedandibûn.
Gerîla Narîn Engîzek di vegotina kêliyên bi Rûken re wiha hevok bi hevok saz dikirin û digot: "Hawirdora ku heval Rûken lê mezin bibû jî bi vî rengî bû. Me cewherê wê yê xwezayî, welatparêzî û esaleta wê bi zelalî di kesayetiya wê de didît. Tu bandorên pergalê û siyasetên qirêj li ser çênebûbûn; paqij û xam mabû. Ji ber vê yekê, ji bilî jiyana partiyê tu jiyaneke din nas nedikir; tu daxwaz û xeyalên wê yên cuda tune bûn. Hemû hewldana heval Rûken di perwerdeyê de tenê ji bo naskirina xwe, partiyê û Rêbertiyê bû."
PÊŞBAZIYA JI BO ÇÛYÎNA ÇIYÊ
Gerîla Narîn Engîzek wiha hin kêliyên bi ken û wate parve dikirin: "Dema Rêbertiyê heval radikirin ser piyan û dipirsî: 'Tu ji bo çiyê amadeyî?', hevalan digot: 'Rast e, Serokê min.' Rêbertiyê digot: 'Ka em nêrîna hevalên din jî bigirin, ew çi dibêjin.' Ji ber vê yekê, heval Rûken beriya wextê hemû heval amade dikirin û digot: 'Eger Serok ji we pirsî, divê hûn dengê xwe bidin min da ku ez herim çiyê.' Hewldana wê ya ji bo komkirina dengan, ji bo bibe fedaî û gerîlayeke li serê çiyan bû; ne ji bo kursî, meqam an desthilatdariyê bû. Daxwaza wê tenê ew bû ku bibe gerîlayeke jin li lûtkeyên çiyan.
Mînak, dema ku em li hilbijartinekê dinêrin, kesekî ku dixwaze deng ji bo xwe kom bike, ji bo kursiyekî, desthilatdariyekê an ji bo bikeve parlamenê pir propagandaya xwe dike. Lê xebata heval Rûken di nava hemû hevalan de tenê ji bo ku deng bidinê û biçe çiyê bû. Di pîvanên partiyê de girtina mafê çûyîna çiyê, dihate wê wateyê ku tu serkeftî yî, tu dikarî bibî şervan û parêzvanê welatê xwe. Heval Rûken bi vê taybetmendiya xwe her tim di xeyalên min de cih girtiye. Bi wî temenê xwe yê ciwan, ji bo ku bibe parêzvana welat, her kes li dora vê armancê bi rêxistin dikir."
BÎRANÎNA JI VEGOTINA SOZDAR AVESTA
Yek ji wan kesên ku bîranînên hevrêtiyê ji rûpelên romana azadiyê bi me re parve dikir jî Sozdar Avesta bû. Dema ku rûpelên wan sal û deman bi hestên zemawendî yên têkoşîn û hevrêtiyê tije dikir, wiha digot: "Bîranîneke wê ya wiha heye ku ez bêjim: Di sala 1992’an de, di şerê Başûr de jî Hevala Rûken cihê xwe girtibû. Dema ku min li Ewropayê kar dikir, li wê derê min navê xwe guhartibû û min navê Rûken bi kar dianî. Hevaleke ku di şerê Başûr de şehîd dikeve, hevalên me dibêjin qey ez im. Wisa tevliheviyek çêdibe. Piştî ku derdikeve holê ku ne ez im, dema hinek heval ji Ewropayê tên, ji bo min hinek tiştan dişînin; hem ji bo min hem jî ji bo hevalên din. Hevala Rûken jî pê hesiya bû ku em li Heftanînê dimînin, ji xwe em li wê derê beşdarî şer bibûn. Di paşvekişandinê de em çûn Bestayê û Hevala Rûken li Heftanînê mabû.
Dema ew tişt tên, dibêjin ji bo Hevala Rûken hatine û didin wê. Hevala Rûken jî dema ku wan tiştan digire, li ser hevalan belav dike û hinekî jê ji bo xwe vediqetîne. Parkayê (çakêtê zivistanê) ku ji bo xwe girtibû, piştî çend mehan di berîka wî parkayî de notek derdikeve û dema dixwîne, dibîne ku ne ji bo wê ye; ji bo min hatiye. Dema notê dixwîne, diçe bi hevalan re parve dike û dibêje ku tiştekî wisa çêbûye: 'Tiştên ku hatibûn ne ji bo min, ji bo Hevala Sozdar hatibûn, lê belê min hemû tişt belav kirine.'
Dema ku min ew dît, herî destpêkê ev yek ji min re got. Got: 'Malbatê ji bo te hinek tişt şandibûn û min ji nezanî wisa li ser hevalan belav kirin, yek û du parçe jî min ji bo xwe girtin.' Ev çîrok ji min re got. Lê belê min jî ji wê re got: 'Ha malbata te ha ya min, ji xwe di nav gerîla de tişt bi kolektîf tên bikaranîn; ferq nake ha ji bo min ha ji bo te, çi ferqa wê heye?' Bi rastî jî wisa bû; wê demê parkayekî hevalekî/ê heba, hemû hevalan wî parkayî li xwe dikirin û diçûn nobetê, yan jî pêlaveke nû ya hevalekî/ê heba, hevalê/a ku diçû wezîfeyê ew pêlav li xwe dikir. Kefiyek heba, dema diçûn nobetê têra hemû hevalan dikir. Jiyan bi vî rengî bû û ev nirx yên her kesî bûn; tiştên şexsî tune bûn. Min ji wê re got: 'Te ya rast kiriye, tiştên hatine ji bo hevalan e û te jî li ser hevalan belav kiriye.' Nirxên exlaqî di wê de gelekî li pêş bûn."
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ