CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Xamaney lîderê Hîzbûllahê kir nûnerê xwe yê li Lubnanê
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê Tasnîm, lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney lîderê Hîzbûllahê Naîm Qasim kir nûnerê xwe yê li Lubnanê. -
Wezîrê Îsraîlî: Em ê fikra dewleta Filistînê ji holê rakin!
Wezîrê Darayî yê Îsraîlê û yek ji pêşengên rastgirên tundrew Bezalel Smotrich diyar kir ku ew ê fikra dewleteke Filistînî bi temamî ji holê rakin. -
Riyadê îdîaya 'asayîbûn' a bi Îsraîlê re derewand
Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got, ew bawer dike peymana bi Erebistana Siûdî re wê pêk were, Riyadê nerazîbûn nîşan da. -
Trump dixwaze Xezeyê bi demdirêjî kontrol bike
Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re li Qesra Spî civîna çapemeniyê lidar xist û têkildarî Şerîda Xezeyê daxuyaniyên balkêş dan. -
Li Swêdê êrîşî dibistanê hate kirin: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Orebro yê Swêdê êrîşî navendeke perwerdehiyê hate kirin. Di encama êrîşî de êrîşkar jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li nêzî Hartûmê êrîşê nexweşxaneyê kirin
Li dijî Nexweşxaneya Al-Nao’yê ya li herêma Omdurmanê ku nêzîkî paytexta Sûdanê ye êrîş pêk hat û di encamê de 5 kes mirin. -
DYE’yê baca gumrikê ya Kanadayê sekinand
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau piştî hevdîtina xwe ya bi Donald Trump re da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) baca gumrikê ya li Kanadayê ji bo 30 rojan daye sekinandin. -
Polîsan gule berdan ser kesê ku xaça tewandî xêz dikir
Li Stasyona Gare d’Austerlitz a Parîsê polîsan gule berdan ser kesekî ku li ser dîwaran xaça tewandî xêz dikir. Di encamê de kesê bersûc û kesekî ku tu eleqeya wî li gel bûyerê tune, birîndar bûn. -
Artêşa Rûsyayê di meha Çileyê de li Ukraynayê 430 km² bi pêş ketiye
Li gorî Enstîtuya Lêkolîna Şer a DYE’yê (ISW), Artêşa Rûsyayê di meha Çileyê de li Ukraynayê 430 km² bi pêş ketiye û gihîşt navenda lojîstîk a Pokrovskê ya ku ciheke stratejîk e. -
Dadgeha Swêdê: Şewitandina Quran'ê rê li ber zêdebûna nefretê vedike
Dadgeha Stockholmê têkildarî bûyerên şewitandina Quran'ê û ji ber berteka welatên Misilman biryara xwe eşkere kir. -
Bîlançoya şerê Xezeyê: 61 hezar û 709 kesan jiyana xwe ji dest dane
Rayedarên Xezeyê dan zanîn ku 61 hezar û 709 Filistiniyan di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiya Xezeyê beriya niha ev reqem weke 47 hezar û 760’î eşkere kiribû. -
Trump vê carê gef li Efrîqaya Başûr xwar
Piştî qanûna gelemperîkirinê ya Serokdewleyê DYE’yê Donald Trump ket meriyetê, îdîa kir ku Efrîqaya Başûr erdê wan dagirkiriye gef li wan xwar. Serokkomarê Efrîqaya Başûr Cyrîl Ramaphosa îdîayên Trump red kir. -
Rêveberiya Fîlîstînê Îsraîl bi paqijiya etnîkî sûcdar kir
Serokdewletiya Fîlîstînê dema ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li DYE'yê bû Îsraîl sûcdar kir ku li Şerîa Rojava 'paqijiya etnîkî' kiriye. -
Li Moskowayê teqîn: 1 mirî, 4 birîndar
Hat diyarkirin ku li Moskowayê di avahiyekê de teqîn pêk hatiye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî birîndar bûne. -
Neteweyên Yekbûyî êrîşên li Sûdanê yên li dijî sivîlan şermezar kir
Neteweyên Yekbûyî (NY) tundiya li dijî sivîlan a li Sûdanê, bi taybetî jî êrîşa bombeyî ya roja Şemiyê ya li Omdurman a Hartûmê şermezar kir. -
Fransa li hemberî bacên Trump ji bo ‘avakirina hevsengiya hêzê’ bang kir
Wezîrê Sanayî yê Fransayê Marc Ferraccî li hemberî bacên Trump anî ziman ku divê Ewropa hevsengiya hêzê ava bike. -
Îranê baregeheke behrî ya binerdî ya nû îlan kir
Hêzên deryayî yên Muhafizên Şoreşê yên Îranê, baregeheke deryayî ya binerdî ava kir. -
Çîn, Kanada û Meksîka, wê bersiva şerê bazirganiyê yê Trump bidin!
Çîn, Kanada û Meksîkayê ragihandin ku wê bersiva baca gumrukê ya DYE’yê bidin. -
Somalî: Nûnerên giring ên DAÎŞ’ê di êrîşa DYE’yê de hatin kuştin
Hikûmeta herêma nîv-xweser a Puntlandê ya Somaliyê, da zanîn ku di encama êrîşên DYE’yê yên li ser Çiyayên Golidê de nûnerên giring ên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Agirbesta Îsraîl-Hamasê: Muzakere dê li Washingtonê ji nû ve destpê bikin
Îsraîlê piştrast kir ku ji bo merhaleya duyemîn a agirbesta bi Hamasê re, roja duşemê dê li Washingtonê muzakere ji nû ve destpê bikin. -
2 dîlgirtiyên Îsraîlî hatin radestkirin
Yarden Bibaz û Ofer Kalderon radestî rayedarên Xaçasor hatin hatin kirin. -
Li Iraqê otobusa ku heciyan dibir qeza kir
Li başûrê Iraqê di encamê qezayê trafîkê ku pêkhatî de 7 heciyên Şîî jiyana xwe ji dest dan û 40 kesî zêdetir jî birîndar bûn. -
Panama: Kanala Panama ne ya mijara danûstandinan e
Serokkomarê Panama Josê Raul Mulino, di civîna heftane ya çapemeniyê de diyar kir ku li ser Kanala Panamayê bi DYE’yê re muzakerekirin teqez ne pêkan e. -
Li gorî Trump, Misir û Urdun wê Fîlîstiniyan qebûl bikin
Serokê DYE’yê Donald Trump îdîa kir ku Misir û Urdun tevî ku redkirine jî wê Filîstîniyên hatine koçberkirin qebûl bikin. -
Îranê ji bo danûstandinên nukleerî bang li welatên Rojavayî kir
Îran, diyar kir ku eger welatên Rojavayî nêzîkatiyeke cidî raber bikin, ew ji bo li ser bernameya nukleerî danûstandinan bike amade ye.