CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Malî di kana zêr de hezaz çêbû: Herî kêm 48 kes mirin
Li rojavayê Maliyê roja Şemiyê di kaneke zêr a dijqanûnî de, hezaz çêbû. Di encama hezazê de herî kêm 48 kes mirin. -
Li Kongoyê êrîşa çekdar: Zêdeyî 80 kes mirin
Mîsyona Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (MONUSCO) ragihand ku di êrîşa koma çekdarî CODECO ya li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk de, zêdeyî 80 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Parlamentoya Ermenistanê daxwaza endamtiya YE’yê erê kir
Parlamentoya Ermenistanê yekem xwendina pêşnûmaya têkildarî destpêkirina mizakereyên endamtiya ji bo Yekîriya Ewropayê erê kir. -
Elmanya dê polîsan bişîne bajarê Refahê
Elmanyayê qebûl kir ku ji bo çavdêriya deriyê sînor ê bajarê Refahê yê di navbera Xeze û Misirê cih digire de girêdayî misyona Yekîtiya Ewropayê polîsan bişîne. -
Li Îranê serma û seqem: Dibistan û saziyên cemaweriyê hatin girtin
Îranê ji ber serma û seqemê, her wiha ji ber tedbîrên teserûfa enerjiyê biryar da ku li tevahiya welêt dibistan û saziyên cemaweriyê bigire. -
Li ber girtîgeha Evînê li dijî îdamê çalakî
Malbatên girtiyên ku cezayê îdamê lê hatine birîn û aktîvîst li ber Girtîgeha Evînê ya li Tehranê kom bûn û xwestin ku cezayên îdamê bên rawestandin. -
Li Arjantînê ji bo Werîşe û Pexşan kampanya îmzeyan hat destpêkirin
Li Arjantînê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya ku dewleta Îranê li girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî biriye, bi dirûşmeya “Ji darvekirinê re na, ji jiyanek azad erê” kampanya îmzeyan hat destpêkirin. -
Li Afganistanê êrîşa xwekujiyê: 5 mirî
Li bajarê Kunduzê yê Afganistanê li dijî hêzên ewlehiyê yên Talîbanê yên ku bankeyek diparastin êrîşa xwekujiyê pêk hat, herî kêm pênc kesan jiyana xwe ji dest da. -
DEM Parti’yê serdana Parlamentoya Awûstralyayê kir
Şandeya DEM Partiyê li Parlamentoya Awûstralyayê bi komên cuda yên partiyên siyasî re hevdîtin kir. -
Trump: Alîkariyên ji Kievê re hatine kirin divê li me bê vegerandin
Serokê DYE’yê Donald Trump xwest, alîkariyên ji Kievê re hatine kirin li wan bê vegerandin û metala bi nirxê 500 milyar dolar daxwaz kir. -
Li Ewropaya Navîn pêla boykota bihabûna xwarinê zêde dibe
Li welatên Ewropaya Navîn çalakiya protestoyî ya dijî zêdekirina bihayên xwarinê dest pê kiriye her ku diçe berfireh dibe. -
Awûstralya hewl dide newekheviya têkildarî Aborjînan kêm bike
Li Awûstralyayê roja Duşemê raporek pêşkêşî parlamentê hate kirin û işaret bi bendewariya jiyanê û rêjeya girtinê ya Aborjînan hate kirin. -
Di hilbijartinên Kosovayê de partiya desthilatdar li pêş e
Li Kosovayê di hilbijartinên parlamentê yên roja Yekşemê de li gorî encamên destpêkê partiya çepgir a Serokwezîr Albin Kurti bi ser ket, lê li parlamentê bi temamî nebû serwer. -
Li Kolombiyayê krîza hikûmetê: Petro banga îstîfakirinê li wezîran kir
Serokkomarê Kolombiyayê Custavo Petro, piştî civîna rakêşayî ku di destpêka hefteyê de bi wezîrên xwe re pêk anî, banga îstîfakirinê li wezîrên xwe û rayedarên din ên payebilind kir. -
Li 10 eyaletên Îranê biryara betlaneyê
Îranê ji ber pêla hewayê sar a ku di rojên dawî de bandoreke mezin li ser jiyanê dike, bi armanca teserifa enerjiyê herî kêm li deh eyaletan biryara girtina dibistan û nivîsgehên dewletê da. -
Li Durbanê di konferansa ‘Demokrasiya Radîkal’ de banga çalakiya gerdûnî
Li bajarê Durban ê Efrîkaya Başûr, bi malovaniya Tora Alternatîfên Gerdûnî û Komîteya Krîzê ya Amadibayê ya xwecihî, di navbera 2-6’ê Sibata 2025’an de konferansa “Demokrasiya Radîkal” hat lidarxistin. -
Li Kosovayê Hilbijartin: Partiya desthilat favorî ye
Kosova, ji bo hilbijartina 120 parlamenteran diçe ser sindoqan. Tê hêvîkirin ku di vê hilbijartinê de serokwezîrê reformîst û çepgir Albin Kurti bi ser bikeve. -
Rûsyayê kontrola bajarekî stratejîk bi dest xist
Rûsyayê ragihand ku wan bajarê Toretsk ê li herêma Donbassê bi temamî xistine bin kontrola xwe. -
Îran: Pêkanînên DYE’yê yên nû neqanûnî û bêbingeh in
DYE’yê hin rêxistinên Îranê bi firotina petrola xam a ji bo Çînê suçdar kir. Wezareta Karê Derve ya Îranê, jî vê helwestê şermezar kir û got ev pêkanîneke ‘neqanûnî û bêbingeh in.’ -
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê diçe Îsraîlê û welatên Ereb
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio ragihand ku wê di navîna meha Sibatê de biçe serdana Îsraîl û hin welatên Ereb. -
Trump li dijî DCN biryara pêkanînê da
Serokê DYE'yê Donald Trump bi ser Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) ve çû ku têkildarî îdîayên sûcên şer ên leşkerên Emerîkayê yên li Efganistanê û leşkerên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê lêpirsîn dabû destpêkirin. -
Pezeşkiyan: Em ne li pey çeka nukleerî ne
Piştî daxuyaniya Serokê DYE'yê Donald Trump a têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê, Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan diayr kir ku welatê wî ne li pey çeka nukleerê ye. -
Trump: Di dawiya şer de Îsraîl wê Xezeyê ji DYE'yê re bihêle!
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku di dawiya şer de wê Îsraîl Şerîda Xezeyê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bihêle. -
Îranê yekem keştiya xwe ya dronan da nasîn
Fermandarê hêzên deryayî yên girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê, ji televîzyona fermî re axivî û ragihand ku wan li ser ava Kendavê yekem keştiya xwe dronan daye nasîn. -
Îsraîlê ji bo 'vekişîna bi dilxwazî' ya Xezeyiyan fermana amadekariyê da
Hate ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ferman da artêşê ku ji bo Xezeyî 'bi dilxwazî' ji Şerîda Xezeyê vekişin, planekê amade bike.