CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Pakistanê di êrîşa TTP'ê de 16 leşker mirin
Li Pakistanê di êrîşa TTP'ê de 16 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn -
Li Magdeburgê li dijî bazara Noelê êrîş: 11 mirî û 80 birîndar
Li Elmanyayê, wesaîtek ket nav qerebalixiya bazara Noelê. Di bûyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 80 kes jî birîndar bûn. -
Li Hirvatistanê êrîşa bi kêrê: Xwendekara 7 salî jiyana xwe ji dest da
Li Zagrebê xwendekareke 7 salî di êrîşa bi kêrê ya li dibistanekê jiyana xwe ji dest da, mamosteyek û 5 xwendekar jî birîndar bûn. -
Nexweşiya li Kongoyê hate teşhîskirin
Li Kongoyê hate ragihandin ku ji nexweşiya dijwar re pênaseya ‘’lerzetaya dijwar’’ hatiye kirin ku ji meha Cotmehê ve ye gelek kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Başûrê Pasîfîk bi pileya 7.3 erdhej pêk hat
Li nêzî welatê giravê Vanûatû yê li Başûrê Pasîfîk bi pileya 7.3 erdhêj pêk hat. -
Li DYE'yê xwendekareke 15 salî 2 kes qetil kir
Li eyaleta Wisconsinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwendekara 15 salî 2 kes qetil kir, 6 kes jî birîndar kir ku rewşa 2 ji wan giran e. -
Hikûmeta Elmanyayê bi HTŞ’ê re peywendî çêkir
Piştî Îngilistan, DYE û NY’ê hikûmeta Elmanyayê jî ragihand ku rasterast bi HTŞ’ê re peywendî çêkir. -
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa Sûriyeyê çû Tirkiyeyê. Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi Serokkomarê Tirk re rûnişt. -
Generalê Rûs li Moskowayê bi sûîqestê hate kuştin
Li Moskowayê, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral Igor Kirillov di encama êrişeke bombeyî de hate kuştin. -
Serokwezîrê Elmanyayê Scholz dengê pêewletiyê negirt
Ji ber ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz li Meclîsa Federal dengê pêewletiyê negirt, welat diçe hilbijartinên pêşwext. -
Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê xist
Ji ber Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên herêmî ragihandin dibe ku hejmara miriyan xwe bigihîne sedî yan jî hezar kesî. -
Îsraîl wê ciwarbûna li Girên Golanê du qatî zêdetir bike
Îsraîlê ragihand ku ew ê hebûna xwe ya li Girên Golanê du qatî zêdetir bike. -
Blinken: DYE'yê têkiliyeke yekser bi HTŞ'ê re danî
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Blinken ragihand ku piştî rejîma Baasê yekser bi HTŞ'ê re têkilî danîn ku rojavayê Firatê kontrol dike. -
Îsmaîl Kaanî li Bexdayê ye
Fermandarê Muxafizên Şoreşê yên Îranê Îsmaîl Kaanî li Bexdayê bi lîderên komên çekdar ên Iraqî re hevdîtin kir. -
Li Malibuyê ji ber şewatê 6 hezar 300 kes ji malên xwe bûn
Şewata Franklînê ya ku li Malibuyê didome, belavî 4 hezar donum erd bû, 6 hezar 300 kesan malên xwe terikandin. -
Koçbera 11 salî 3 rojan di nav avê de sax maye
Koçbera ji Sierra Leoneliyê ya 11 salî 3 rojan di nava avê de sax maye ku koçber wê bi keştiyekê ji Tûnisê biçûna Îtalyayê û keştî li Behra Spî binav bû. Ji 44 kesên din ên di keştiyê de de agahî nayê wergirtin. -
Li Nikarguayê êşkence li 229 dijberên hikumetê hate kirin
Li Nikaraguayê 229 kesên ku bi hincetên siyasî hatibûn binçavkirin rastî êşkenceyê hatin. -
Di sala 2022’yan 70 hezar kes bûne mexdûrê ‘bazirganiya li ser mirovan’
Li gorî daneyên dawîn ên NY’ê, di sala 2022’yan de 69 hezar û 627 kes bûne mexdûrê bazirganiya li ser mirovan. Ji sedî 38’ê vê reqemê jî ji zarokan pêk tê. -
Xamaney: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a DYE û Îsraîlê bû
Lîderê olî yê Îranê Xamaney bûyerên li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin plana hevpar a DYE û Îsraîlê bû. Xamaney bêyî ku navê wê bilêv bike bal kişand ser rola dewleta Tirk. -
Li Nîjeryayê 50 jin û zarok hatin revandin
Li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê komeke çekdar zêdetirî 50 jin û zarok revandin. -
Welatên Ewropayê serlêdana penaberiyê ya Sûriyeyiyan rawestandin
Swîsreyê ragihand ku wan serlêdanên Sûriyeyiyan ên ji bo penaberiyê rawestandine. Heman biryar ji aliyê Elmanya, Îngilistan, Îtalya, Belçîka û Awûstûryayê jî hatibû wergirtin. -
Tevgera Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bû
Piştî hilweşîna rejîma Esad, tevgera Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bû. SOHR’ê ragihand ku Îsraîl 250 êrîşên hewayî li dijî baregehên leşkerî yên li herêmê pêkaniye. Netanyahu jî diyar kir ku Girên Golanê herêmeke ku ji Îsraîlê nayên parçekirin e. -
Bi gotina 'sêhr li zarokê wî kiriye' 110 kes qetil kir
Li Haîtiyê serçeteyek fikirî ku sêhr li zarokê wî hatiye kirin û bi vê îdîayê jî 110 kesên di ser 60 salî de qetil kir. -
Li Gurcistanê protestoyên alîgirên YE’yê dewam dikin
Li Gurcistanê çalakiyên alîgirên YE’yê kete roja 11’an û xwepêşanderan li hemberî tundiya polîsan nerzîbûnên xwe nîşan dan. -
El Sadr ji bo Sûriyeya nû bal kişand ser girîngiya 'demokrasiyê'
Lîderê siyasî û olî yê Şîa El Sadr piştî hilweşîna rejîma Baas daxuyaniyek da û got, "Divê hikumeteke demokratîk a ji hemû pêkhateyên gel bê avakirin."