CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rewşa li Spanyayê xeter e: Herî kêm 63 kes mirin
Ji ber lehiya li başûrrojhilatê Spanyayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îranê cara ewilî waliyê Belûcî tayînî Sîstan-Belûcistanê kir
Hikûmeta Îranê cara ewilî waliyeke Belûcî tayînî herêma sînor Sîstan-Belûcistan a ku rû bi rûyê zextên tund û cihêkar dimîne, kir. -
Di êrîşa Beyt Lahyayê de nêzî 100î Filistîniyan jiyana xwe ji dest da
Parastina Sivîlan a Xezeyê da zanîn ku Îsraîlê li Beyt Lahyaya ku dikeve bakurê Filistînê êrîşî bînahiyekê kir û di encamê de nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest da. -
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 12 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
Li gorî rojnameya Haaretz, Wezareta Parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve nêzî 12 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûne. -
Dozgerê DCN’ê Karîm Khan bi destavêtinê tê sûcdarkirin
Dozgerê Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (DCN) Karîm Khan bi destavêtinê tê sûcdarkirin. Her wiha Karîm Khan bi bêdengkirina kesa mexdûr jî tê sûcdarkirin. -
Serokê Hîzbullaha Lubnanê yê nû hate hilbijartin
Hizbullahê roja Sêşemê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji serokatiya partiya Şîe re Şeyh Naîm Kasim hatiye hilbijartin. -
Pentagon: Koreya Bakur nêzîkî 10 hezar leşker şand Rûsyayê
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, Koreya Bakur ji bo perwerdekirinê nêzîkî 10 hezar leşker şandine Rûsyayê. -
Îsraîl ji bo 'pergala parastina lazerê’ peymana 530 mîlyon dolarî îmze kir
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê roja Duşemê ragihand ku ji bo lezkirina pêşveçûna pergala parastina lazerê ya pêşketî “Iron Beam” peymanek bi qasî 530 mîlyon dolarî îmze kirine. -
Sala 2024 ji bo xebatkarên alîkariya mirovî yên herêmî salek tirsnak bû
Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) ragihand ku xebatkarên alîkariyên mirovî îsal berdêlên dîrokî dan û kiryarên tundiyê yên bi taybetî li ser xebatkar û dilxwazên herêmî şermezar kir. -
Li Xezeyê hejmara miriyan ji 43 hezarê derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku zêdeyî salekê dewam dikin de, hejmara miriyan ji 43 hezarê derbas kir. -
Lubnanê li hemberî êrîşên Îsraîlê serî li NY’ê da
Lubnanê piştî êrîşa roja Înê ya li başûrê welat ku di encama êrîşê de sê rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan, li hemberî ‘’êrîşên Îsraîlê’’ yên li dijî rojnamevanan serî li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê da. -
Li gundekî Sûdanê komkujî: Herî kêm 124 kes hatin kuştin
Li gundekî eyaleta El Cezîre ya Sûdanê di êrîşekê de herî kêm 124 kes hatin kuştin. -
Hamaney: Divê êrîşa Îsraîlê ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin
Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku divê êrîşa Îsraîlê ya li ser herêmên leşkerî yên li Îranê, ‘ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin’. -
Hilbijartinên Gurcistanê welat bêhtir nêzî Moskowayê kir
Di hilbijartinên parlamentoyê yên li Gurcistanê de, partiya desthilatdar bi ser ket. Muxalefeta ku alîgirê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, îdîa kir ku di hilbijartinê de hîle çêbûne. Encamên van hilbijartinan welat bêhtir nêzî Moskowayê kir. -
Li Fîlîpînê bîlançoya bahozê giran dibe: Zêdeyî 100 kes mirin
Ji ber bahoza Trami ya li Fîlîpînê zêdeyî 100 kes mirin, 30 kes jî hîn winda ne. -
Îsraîlê li Îranê êrîşî binesaziya drone û fuzeyan kir
Îsraîlê êrîşa ku dihat payîn li dijî Îranê pêk anî. Hat ragihandin ku di dema operasyonê de piranî tesîsên drone û fuzeyan hatine hedefgirtin. -
Li Fîlîpînan hêjmara miriyan gihişt 40 kesî
Di Tsunamiya ku li Fîlîpînan çêbû de hêjmara miriyan gihîşt 40 kesî û ji ber barana zêde bi deh hezaran kes ji cihê xwe bûn. -
Li Filipînê Bahoza Tramî: 20 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Filipînê tîmên rizgarkirinê ragihand ku di encama Bahoza Tramiyê de gelek gun di bin avê de mane û zêdetirî 20 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. -
Bîlançoya mehekê ya li Lubnanê
Di ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê re mehek derbas bû. Li gorî bîlançoya nû li Lubnanê herî kêm 2 hezar û 574 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Blinken wê li Londonê bi wezîrên karên derve yên welatên Ereb re bicive
Wezareta Karên Derve ya DYE'ê ragihand ku wezîr Antony Blinken roja Înê wê li Londonê bi wezîrên karên derve yên welatên Ereb re bicive û şerê navbera Îsraîl û Hamasê û Îsraîl û Hîzbûllahê binirxîne. -
DYE'yê bang li Îsraîlê kir ku têkiliyên xwe yên bi Siûdî re asayî bike
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken bang li Îsraîlê kir ku têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re asayî bike. -
NY: Nifûsa Ukraynayê 10 milyon kêm bû
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî(UNFPA), di daxuyaniya xwe ya roja sêşemê de anî ziman ku 'Ji dagirkeriya Rûsyayê ya ji Sibata 2022'an heta niha nifûsa Uqkraynayê ji 10 milyonî zêdetir kêm bûye.' -
Bexda: Şefê DAÎŞ’ê yê Iraqê hate kuştin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku şefê çeteyên DAÎŞ’ê yê herêmî di operasyonekê de hate kuştin. -
Li Sûdanê bombe li mizgeftekê hate barandin: Herî kêm 31 kes mirin
Hate ragihandin ku mizgefteke li bajarokekî Sûdanê ji aliyê artêşê ve hatiye hedefgirtin û di encama êrîşa hewayî de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Îran: Cîranên me wê nehêlin qada wan a hewayî bê bikaranîn
Di demekê de ku Îsraîl plan dike êrîşê bike, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku welatên cîran wê nehêlin ku 'xak û qada wan a hewayî' bêne bikaranîn.