Li Nîjeryayê 50 jin û zarok hatin revandin

Li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê komeke çekdar zêdetirî 50 jin û zarok revandin.

Li gundê Kakîn ê girêdayî eyaleta Zamfara ya bakurrojavayê Nîjeryayê komeke çekdar zêdeyî 50 jin û zarok revandin.

Li herêmê ev demeke dirêj e ji bo fîdyeyê bûyerên revandinê pêk dihatin. Xizanî û zehmetiyên aborî rê li ber zêdebûna van bûyeran vekir.

Hêzên herêmî yên ewlehiyê ragihandin ku ji bo peydakirina kesên hatine revandin ew xebatên xwe didomînin.