CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bîlançoya li Lubnanê girantir bû: 356 kes mirin û zêdetirî hezar kes birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek nû da û daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê ku danê sibê hatin kirin de hejmara miriyan derket 356 kesan. -
Îran ji bo pêşî li koçberên Efgan bigire dîwarekî 10 km ava kir
Rayedarekî leşkerî yê Îranê daxuyand ku ji bo koçberên Efgan derbasî welatê wan nebin li ser sînor dîwarek bi dirêjahiya zêdetirî 10 kîlometreyan ava kirine. -
Li dijî Lubnanê êrîşên dijwar: Nêzî 100 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 jî birîndar bûn
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li Lubnanê zêdetirî 300 nuqteyan bombebaran kirine. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, jî ragihand ku di encama êrîşan de 100 hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne. -
Li Srî Lankayê serokkomarê marksîst hate hilbijartin
Li Srî Lankayê hilbijêran di hilbijartinên serokkomariyê de kesekî marksîst û heyranê Che Guevara hilbijart. -
Artêşa Îsraîlê li dijî Lubnanê nêzî 150 êrîş pêk anî
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku roja Duşemê di saetên berbangê de li dijî Hîzbûllahê yên Lubnanê nêzî 150 êrîş pêk aniye. -
Li Japonyayê lehî rabû: 6 kes mirin
Li navenda Japonyayê di nava du rojên dawî de lehî rabû, hezazê rû da. 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îsraîl li Lubnanê êrîşeke berfireh da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Duşemê Lubnanê li dijî Hizbûlahê operasyonek berfireh dane destpêkirin. -
Sadr bang kir ku hebûna dîplomatîk a DYE'yê ya li Iraqê bê kêmkirin
Lîderê Şîa yê li Iraqê Muqteda es Sadr bang kir ku mîsyona dîplomatîk a DYE'yê ya li Iraqê bê kêmkirin. -
Di hilbijartinên Srî Lankayê de namzetê çepgir bi ser ket
Namzetê çepgir Anûra Kûmara Dissanayaka di hilbijartina serokdewletiyê ya Srî Lankayê de bi ser ket. -
Li Efrîkaya Navîn û Rojava ji ber lehiyê zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan
Li Efrîkaya Navîn û Rojava ji ber lehiyên ku ji Tîrmehê vir ve didome zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 4 milyon kes jî mexdûr bûn. -
Îsraîlê li Lubnanê bombe li nêzî 300 hedefan barand
Artêşa Îsraîlê êrişa herî giran a sala dawî ya li ser başûrê Lubnanê pêk anî. Hate ragihandin ku bombe li 290 hedefan hatiye barandin. -
Îranê balafira bêmirov û fuzeya xwe ya nû da nasandin
Îranê di demeke ku li herêmê gengeşî zêde bûye de fuzeya nû ya balîstîk û droneke êrîşkar ya yekalî bi merasîmeke leşkerî da nasandin. -
Di êrîşa li dijî fermandariya Hîzbûllahê de 16 kes hatin kuştin
Hat ragihandin ku Îsraîlê li dijî civîna hêzên fermandariyê ya Hizbûllahê êrîşek pêk aniye. -
Li Japonyayê 60 hezar kes ji ber talûkeya lehiyê hatin tehliyekirin
Rayedarên Japonyayê ji ber talûkeya lehiyê roja Şemiyê ferman dane ku zêdetirî 60 hezar welatiyên ku li navîna welat dijîn, werin tehliyekirin û ragihandin ku welatiyek jî winda bûye. -
Maduro: Di Noelê de alavên elektronîk qebûl nekin
Serokê dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro, ji ber teqîna alavên ragihandinê yên li Lubnanê bang li hikûmet û alîgirên xwe kir ku diyariyên Noel ên elektronîk qebûl nekin. -
Li Kolombiyayê zêdeyî 9 hezar hektar daristan şewitî
Hat ragihandin ku li rojava û başûrêrojavayê Kolombiyayê hişkesalî û germahî dewam dike û zêdeyî 9.000 hektar daristan şewitî. -
NY’ê bertek nîşanî teqandina amûrên ragihandinê da
Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku hiqûqa navneteweyî teqandina amûrên ku weke bêzirar xuya dikin, qedexe kiriye. -
Li Srî Lankayê hilbijartinên serokkomariyê destpê kirin
Gelê Srî Lankayê roja Şemiyê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê dest bi denganê kir. -
Di êrîşa Îsraîlê de fermandarekî payebilind ê Hîzbûllahê hat kuştin
Di êrîşa Îsraîl a li Beyrûtê de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 69 kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek ji fermandarên payebilind ên Hîzbûllahê Îbrahîm Akil jî di nav de herî kêm 10 serkêşên leşkerî yên Hîzbûllahê hatine kuştin -
37 jin, xwediyê berê yê Harrodsê Al-Fayed bi tundî û destdirêjiyê tawanbar dikin
Herî kêm 37 jin xwediyê berê yê Harrodsê Mohamed Al Fayed ê di sala 2023'yan de miribû, bi tundî û destdirêjiyê tawanbar dikin. -
Li Şanghayê di hefteyekê de bagera duyemîn rû da
Di nava heftiyekê de bagera duyemîn li bajarê Şanghayê ya Çînê xist. Bêhtirî 100 hezar bêhtir mirov ji bajêr hatin derxistin û hat diyar kirin ku hin herêm di binê avê de mane. -
Li Fasê bêhtirî 150 kes ji ber teşwîqkirina koçberiyê tên darizandin
Sîstema edaletê ya Fasê, ji ber teşwîqkirina koçberiyê ya bêserûber bêhtirî 150 kesan didarizîne. Ev darizandin jî piştî hewla koçberiyek mezin a ber bi herêma Ceuta ya Spanyayê pêk hat. -
Li Myanmarê bagera Yagî: Hejmara qurbaniyan bû 293 kes
Li Myanmarê bîlançoya bagera Yagî giran dibe. Di encama lehiyê de ku ji ber bagerê rû da 293 kesan jiyana xwe ji dest dan, 89 kes jî winda ne. -
Li Dublînê di çalakiya li dijî koçberan de 19 kes hatin binçavkirin
Li paytexta Îrlanda Dublînê roja Pêncşemê di çalakiya li dijî koçberan de, polîsan 19 kes binçavkirin. -
Teqîna amûrên ragihandinê û bêtêlan: Hejmara mirîyan derket 37’an
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas Abaîd ragihand ku di encama teqîna amûrên ragihandinê û bêtêlên aîdî Hizbullahê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar bûne.