CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rûsyayê piştrast kir ku Esad ji Sûriyeyê derketiye
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Beşar Esad fermana “desthilatdariyê bi rengekî aştiyane dewr bikin” da û ji Sûriyeyê derket. -
Bahoza Darragh: Du kes mirin, bi sed hezaran mal bê elektrîk man
Li Îngilîstan, Galler û Îrlandayê bahoza Darragh rabû, du kes mirin û bi sed hezaran mal bê elektrîk man. -
Êrîşî Hêzên Koalîsyonê yên li Bexdayê hate kirin
Bi gelek fuzeyan êrîşî baregeha leşkerî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li nêzî Balafirgeha Bexdayê hate kirin. -
Îsraîlê pergala parastina hewayî radestî Qibrisê kir
Medyaya Qibrisê daxuyand ku pergala parastina hewayî yên ji Îsraîlê hatine kirîn roja Sêşemê radestî wan hatin kirin. -
Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
Rêxistina Efûyê rapora xwe ya derbarê êrîşên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de weşand û got li Xezeyê sûcê şer tê kirin. -
NY: Divê li Sûriyeyê hovîtiya berî niha dubare nebe
Saziyên NY’ê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek dan û dan zanîn ku ji ber pevçûnan bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran kes koçber bûne û ragihandin ku metirsî zêde ye ku şerê li herêmê belavtir bibe. -
Trump hişyarî da ku wê şer giran bibe
Serokê nû yê DYE'yê Trump di ser dîlgirtiyên Îsraîlî re gef li Hamasê xwar û hişyarî da ku eger dîlgirtî neyên berdan wê şer kûr bibe. -
Ji NY daxuyaniya li ser Sûriyeyê: Encama neserketina kolektîf
Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen diyar kir ku bûyerên li Helebê diqewimin ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî xistiye metirsiyê û got, "Ya ku qewimî, encama neserketina kolektîf e. Sûriye bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû ye." -
Qelebalixiya zêde ya li girtîgehên Fransayê, gihişt lûtkeyê
Li Fransayê ji 1’ê Mijdarê ve qelebalixiya giştî girtîgehan bû sedî 128,5’an. Li 13 girtîgehan ev rêje ji sedî 200’ê derbas dike. -
Endamên nû yên Komîsyona Ewropayê hatin erêkirin
Bi hilbijartina li Parlamentoya Ewropayê hatî kirin re, endamên komîsyona nû ya Ursula Von Der Leyen, di dengdana dawî re derbas bûn û hatin erêkirin. -
Li Lubnanê agirbest kete meriyetê
Bi lihevkirina Îsraîl-Hîzbûllahê re ku bi rojane nîqaş li ser dihate kirin agirbesta 60 rojî kete dewrê. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir ku bala wan wê li ser Îranê be. -
Beriya peymana agirbestê êrîşên li ser Libnanê zêde bûn
Di demeke ku her kes li benda peymana agirbestê ye, Îsraîlê “êrîşeke berfireh” bir ser Beyrûd û başûrê Libnanê. -
Ji ber şer û karesatên avhewayê 35 milyon Afrîkî koçber bûn
Li gorî daneyên nû, ji ber şer û karesatên avhewayê di 15 salên dawî de, li Afrîkayê hejmara kesên ku neçarî koça navxweyî bûne sê car zêde bûye. -
Helbestvan û nivîskar Breytenbach jiyana xwe ji dest da
Helbestvan û nivîskar Breytenbach ê ku li Efrîqaya Başûr bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma Apartheidê tê naskirin, di 85 saliya xwe de li Parîsê koça dawî kir. -
Serokwezîrê Iraqê rêjeya nifûsa Iraqê eşkere kir
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hejmara mirovên li Iraqê dimînin 45 milyon 407 hezar 495 kes e. -
Li Elmanyayê trên li hev qelibîn
Li ser xeta trenê ya Aachen-Kolnê trena barhilgir û trêna înşaetê li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes birîndar bûn. -
Di bombebarana Îsraîlê de 79 kes mirin
SOHR’ê ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê li dijî bajarê Tedmurê yê Sûriyeyê de 79 kes hatin kuştin. -
Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir. -
Ûkrayna: Rûsyayê fuzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî
Ûkrayna îdia kir ku Rûsyayê di şer de cara ewil fuzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî. Êrîşa navborî piştî ku Ûkraynayê bi çekên Emerîkî li axa Rûsyayê xist, pêk hat. -
DCN biryara girtina Netanyahû û Gallant da
Ji ber sûcên li Xezeyê kirin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) biryara girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da. -
Li Yewnanistanê greva kedkaran jiyanê rawestand
Piştî biryara greve ya sendîkayan, li seranserê Yewnanistanê jiyan hate asta rawestandinê. -
DYE'yê pêkanîn li 6 rayedarên Hamasê ferz kir ku 3 ji wan li Tirkiyeyê ne
Heman piştî îdîayên ku digotin, wê buroya siyasî ya Hamasê derbasî Tirkiyeyê bê kirin, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da ku pêkanînê li 6 rêveberên Hamasê ferz bike ku 3 ji wan li Tirkiyeyê dimînin. -
Bi fuzeyên DYE'yê yekemcar xaka Rûsyayê hate bombekirin
Di şerê Ûkraynayê de yekemcar bi fuzeyên menzîldirêj ên DYE'yê xaka Rûsyayê hate bombekirin. Rûsyayê nûçe piştrast kir. -
Gelê Maorî li dijî pêşnûmeqanûna mafên xwecihiyan meşiyan
Li paytexta Zelandaya Nû Wellingtonê bi deh hezaran kes li dijî pêşnûmeqanûna ku mafên gelê Maorî ji nû ve pênase dike meşiyan. -
Ji Rûsyayê hişyariya bersivdayinê ji bo DYE'yê
Ji bo destûra Joe Biden a bikaranîna çekên DYE'yê li hemberî Rûsyayê, Rûsyayê daxuyaniyek da û got, "Wê bersiveke xwe ya li ber çavan û guncaw hebe."