CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûdanê hikûmeta paralel hat avakirin: Gelo welat parçe dibe?
Li Sûdanê di navbera artêş û hevkarê wê yê berê Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de pevçûnên tund didomin. HDK û hevalbendên wê “rêgeza damezrandinê" ji bo hikûmetek paralel li Nairobiyê îmze kirin. -
Îsraîlê li Şerîa Rojava sê kampên penaberan vala kir, veger qedexe kir!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku sê kampên penaberan ên li bakurê Şerîa Rojava hatine valakirin. -
Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
Boksorê Kurd Agît Kabayel li Riyadê hevrikê xwe yê Çînî Zhilei Zhang têk bir û di kategoriya giran a WBC'ê de bû şampiyonê cîhanê. -
Îsraîl wê 602 girtiyên Fîlîstînî berde
Saziyeke civakî ya sivîl a Fîlîstînê ragihand ku Îsraîl wê roja Şemiyê 602 girtiyên Fîlîstînî berde. -
YE wê pêkanînên li Sûriyeyê hatine ferzkirin, roja duşemê betal bike
Yekîtiya Ewropa piştî hilweşîna rejîma Esad bi îdîaya alîkariya ji bo avakirina jinûve ya Sûriyeyê, wê roja duşemê pêkanînan betal bike. -
Danîmarkayê banga çekdarbûnê li Ewropayê kir
Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen li hemberî Rûsyayê banga çekdarbûnê li Ewropayê kir. -
Trump banga hilweşandina Hikûmeta Demokrat a li Washingtonê kir
Serokê DYE’yê Donald Trump banga hilweşandina Hikûmeta Demokrat a li Washingtonê û ‘’bidestxistina wê’’ kir. -
Li gorî Trump di mijara Ukraynayê de qert di destê Moskowê de ye
Serokê DYE'yê Donald Trump anî ziman ku di mijara bidawîkirina şerê li Ûkraynayê de 'qert' di destê Moskowê de ye û bi vî rengî fikarên Kîevê hîn zêde kir. -
Li Îranê zêdebûneke metirsîdar a darvekirinan: Di 2024'an de herî kêm 975 înfaz
Li gor rapora ku ji aliyê Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya navenda wê Norwêc û saziya civaka sivîl a Fransayê Ensemble Contre La Peine De Mort (ECPM), li Îranê di sala 2024'an de herî kêm 975 kes hatine darvekirin. -
Hamas: Em amade ne ku rehîneyên mayî di qonaxa duyemîn de berdin
Ji lîderên Hamasê Tahir el-Nunu garantî da ku di qonaxa duyemîn a agibesta bi Îsraîlê re hemû rehîneyên mayî di carekî de berdin. -
Yekîtiya Afrîkayê 'sûcên şer' ên li Sûdanê şermezar kirin
Yekîtiya Afrîkayê, sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên ku li Sûdanê ji Nîsana 2023'an ve didomin û bûne sedema kuştina bi deh hezaran kesî û koçberbûna 12 milyon kesî, şermezar kirin. -
Parlamenta Îranê dixwaze Wezîrê Aboriyê ji wezîfeyê bigire
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, parlamenta Îranê ji bo wezîrê aboriyê ji wezîfeyê bigire dest bi prosedurê kir. -
DYE û Rûsyayê ji bo ‘bingehê hevkariya siberojê’ li hev kirin!
Wezîrên karên derve yên DYE û Rûsyayê Marco Rubio û Sergei Lavrov li Riyadê hatin ba hev û ragihandin ku wan ji bo ‘avakirina bingehê hevkariya siberojê’ li hev kirine. -
Putîn ‘eger pêwîst bike’ ew amadeye bi Zelenski re hevdîtin bike!
Kremlîn, diyar kir ku divê ne tenê ji bo şerê li Ukraynayê, ji bo pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê yên li Ewropayê jî çareserî pêk were. -
Li Sûdanê di êrîşa li dijî sivîlan de zêdeyî 200 kes mirin
Li Sûdanê di sê rojên dawî de hevkarê berê yê artêşê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşan pêk tîne. Hat ragihandin ku di van êrîşan de zêdeyî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Bolîvyayê qeza: Herî 30 mirî
Li Bolîvyayê li herêma Potosiyê otobusek li newaleke li Yocallayê qulipî û herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da. -
Li DYE'yê ji ber bahoz û lehiyê hejmara qurbaniyan bû 14 kes
Li rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) çend roj in lehî rabûye. 14 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 12 ji wan li eyaleta Kentucky bû. -
Hevdîtina DYE-Rûsyayê wê li Riyadê were kirin
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku hevdîtina di navbera DYE û Rûsyayê de, wê li paytexta Siûdî Erebistan Riyadê were kirin. -
Li Misrê avahiyek hilweşiya: 10 kes mirin
Li paytexta Misir Qahîreyê avahiyek hilweşiya. Di encamê de 10 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Li DYE'yê ji ber barana zêde herî kêm 10 kes mirin
Li herêmên rojhilat ên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji ber barana zêde lehî rabû. Li Kentucky 9, li Atlantayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Netanyahu gef xwar: Eger dîlgirtî neyên berdan, em ê deriyên dojehê vekin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gef xwar ku eger Hamas hemû dîlgirtiyan bernede, ew ê ‘deriyên dojehê’ vekin. -
Serhildêrên M23’yê li Kongoyê ketin navenda bajarekî
Serhildêrên M23’yê yên bi piştgiriya Ruandayê, roja Yekşemê ketin navenda bajarê Bukavuyê yê ku dikeve rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk û pêşketineke girîng bi dest xistin. -
Di dema serdana Rubio ya li Qudsê de çekên giran ji Îsraîlê hate veguhestin
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihandin ku dema Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio ji bo dîtina rêveberên Îsraîlê serdana Qudsê kir, DYE'yê çekên giran ji Îsraîlê re şand. -
Li Malî di kana zêr de hezaz çêbû: Herî kêm 48 kes mirin
Li rojavayê Maliyê roja Şemiyê di kaneke zêr a dijqanûnî de, hezaz çêbû. Di encama hezazê de herî kêm 48 kes mirin. -
Li Kongoyê êrîşa çekdar: Zêdeyî 80 kes mirin
Mîsyona Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (MONUSCO) ragihand ku di êrîşa koma çekdarî CODECO ya li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk de, zêdeyî 80 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.