CÎHAN
Hemû Nûçe
-
HRW: Sûcên li dijî Elewiyan hatine kirin, divê demildest bên darizandin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ji bo berpirsyarên komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê demildest bên darizandin, bang kir. -
Îsraîlê li Derayê êrîşên hewayî pêk anîn
Artêşa Îsraîlê şeva Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku di tevahiya şevê de êrîşên hewayî li başûrê Sûriyeyê pêk anîn. -
Li Meksîkayê di qezayên otobusan de herî kêm 32 kes mirin
Li eyaleta Oaxaca ya li başûrê Meksîkayê û eyaleta Durangoyê ya li bakurê vî welatî, di encama du qezayên otobusan de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Arjantînê lehî rabû: Herî kêm 16 kes mirin, bi sedan kes winda ne
Hat ragihandin ku li bajarê Bahia Blanca yê Arjantînê roja Îniyê lehî rabû û di encamê de herî kêm 16 kes mirin û bi sedan kes winda bûn. -
Îranê muzakereya 'di bin zextê de' red kir
DYE'yê peymana ku Iraq pê dikare elektrîkê ji cîranê xwe bikire, betal kir. Piştre Tehranê diyar kir ku ew ê têkildarî bernameya nukleer, muzakereya 'di bin zext û gefê de' qebûl neke. -
DYE’yê komkujiyên li Sûriyeyê şermezar kir û xwest hesab bê pirsîn
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Marco Rubio “terorîstên îslamî yên radîkal" ên li pişt "komkujiyên" kêmneteweyên li Sûriyeyê şermezar kir û bang li rêveberiya demkî ya Şamê kir ku hesab ji berpirsyaran bipirse. -
NY: Divê demildest qetilkirina sivîlên li Sûriyeyê bê rawestandin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk di daxuyaniya têkildar komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê banga “Divê demildest qetilkirina sivîlên li Sûriyeyê bê rawestandin” kir. Elmanyayê jî li ser komkujiyê daxuyanî da. -
Komkujiya Elewiyan: Kolan tijî caneze ne, bi dozeran rakirin
Hat ragihandin ku li peravên rojavayê Sûriyê, li herêmên ku Elewî lê dijîn, komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê bi awayekî hovane bi sedan sivîl qetil kirin. -
Îran, Çîn û Rûsya wê tetbîqetek hevpar pêk tînin
Li gorî çapemeniya Îranê, hêzên derayî yên Îran, Çîn û Rûsya roja Sêşemê bi armanca ‘bihêzkirina ewlehiya herêmê’ li peravên başurê rojavayê Îranê tatbîqeteke leşkerî pêk bînin. -
Îthalata enerjiyê: DYE'yê dawî li muafiyeta Iraqê anî
Hate ragihandin ku DYE'yê dawî li muafiyeta ji bo Iraqê aniye, ku beriya niha li gel pêkanînên li ser Îranê destûr ji Iraqê re dihate dayin ku gaz û elektrîkê ji Îranê bikire. -
Hamasê ji bo qonaxa duyemîn bang kir, Îsraîlê şande rê kir
Hamasê bi daxuyaniyekê ji bo qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya li Xezeyê, banga muzakereyê kir û Îsraîl wê ji bo civînên ku roja Duşemê li Doha’yê bên kirin, şandeyekê bişîne. -
Anket: Li gorî gelek Fransayî, Elman û Îngilizan Trump 'dîktator' e
Li gorî anketekê ku ji aliyê saziya fikrî Common Destiny ve hate kirin, zêdeyî nîvê Fransiyan, Elman (%59) û Îngilistan (%56) Donald Trump weke 'dîktatorekî' pênase dikin. -
DYE wê nema îstîxbaratê bide Kievê
Rêveberiya Donald Trump ne tenê alîkariyal eşkerî ya ji bo Ukraynayê rawestand, her wiha îstîxbarata Emerikî ya ji bo Kievê jî sekinand. -
Tusk: Pêşniyara Macron a li ser ‘sîwana nukleerî, hêviyê dide’
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk got ku pêşniyara Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo nîqaşên li ser parastina Ewropayê yên li ser cebilxaneya nukleerî ya Fransayê “gelekî hêviyê dide”. -
DYE dixwaze statuya penaberiyê ya demkî ya 240 hezar Ûkraynayiyan betal bike
Hate ragihandin ku rêveberiya Trump dixwaze statuya 'parastina demkî' ya 240 hezar penaberên ji Ûkraynayê betal bike. -
Qesra Spî piştrast kir ku li gel Hamasê hevdîtinek pêk anîye
Berdevkê Qesra Spî Karoline Leavitt, piştrast kir ku wan ji bo rizgarkirina girtiyên Emerîkî yên di destê Hamasê de bi awayekî rasterast li gel Hamasê hevdîtinek pêk aniye. -
Serokwezîrê Gronlandê bersiv da Trump: Em ne yê firotinê ne
Serokwezîrê herêma xweser Gronlandê Mute Egede bersiv da Trump û got, "Em ne yê firotinê ne û bi hêsanî nikarin bêne wergirtin." -
Trump bi israr e ku dest dîne ser Gronlandê
Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê li Kongreyê axivî û careke din qala armanca xwe ya belavkariyê kir ku dixwaze dest dîne ser Gronlandê. -
Li Pakistanê êrîşa li ser leşkergehê: Herî kêm 12 kes mirin
Li bakurrojavayê Pakistanê bi du wesayitên bombebarkirî êrîş li ser leşkergeheke li sînorê Efganistanê hate kirin. Sê jê zarok, du jê jin herî kêm 12 kes mirin. -
Koreya Bakur ji bo keştiya balafiran a DYE'yê got 'provokasyon'
Koreya Bakur têkildarî serdana keştiya balafiran a DYE'yê USS Carl Vinson a bi enerjiya nukleerê dixebite ya li bajarê Busan ê Koreya Başûr got, 'provokasyoneke leşkerî û siyasî'. -
Trûmp, ji bo rawestandina alîkariya leşkerî ya ji Ukranyayê re ferman da
Li gorî rayedarekî DYE’yê, Donald Trûmp biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukranyayê daye. -
Li Mannheimê kesek wesayita xwe bi ser peyayan de ajot
Li navenda bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ajokarek wesayita xwe bi ser peyayan ajot, kesek mir û 25 kes jî bi giranî birîndar bûn. Gumanbar hat binçavkirin. -
Pentagonê navber da operasyonên sîber ên li hemberî Rûsyayê
Hate ragihandin ku DYE'yê navber daye operasyonên sîber ên li dijî Rûsyayê. -
Alîkarê Serokkomarê Îranê Zarîf îstifa kir
Hate ragihandin ku Alîkarê Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê berê Cevad Zarîf îstifa xwe pêşkêşî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan kiriye. -
Agirbesta Xezeyê: YE’yê nerazîbûn nîşanî Hamas û Îsraîlê da
Hamasê qebûl nekir ku qonaxa destpêkê ya peymana agirbestê ya li Xezeyê were dirêjkirin û di encama vê de Îsraîlê alîkariya mirovî asteng kir. Lewma Yekîtiya Ewropa (YE) nerazîbûn nîşanî Hamas û Îsraîlê da.