Zozanî êrîşa polîsan a bi sixêfan ji wezîrê karê hundir pirsî
Zozanî êrîşa polîsan a bi sixêfan ji wezîrê karê hundir pirsî
Zozanî êrîşa polîsan a bi sixêfan ji wezîrê karê hundir pirsî
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, êrîşa polîsan a 8'ê Mijdarê ya li Geverê bi bombeyên gazê û sixêfan, ji Wezareta Karên Hundir pirsî û xwest, berpirsyar bên cezakirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, di 8'ê Mijdarê de polîsên tîmên taybet avêtibûn ser navendeke kar û rastî nerazîbûnan gel hatibûn. Polîsan li vê derê bi ava şid, bombeyên gazê û bi sixêfan êrîşî gel kiribûn.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî di vê der barê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kir û xwest, bersivê bide van pirsan:
"Haya Wezareta Karên Hundir ji bûyera mijara gotinê heye?
Qeymeqamê Geverê dabû yakirin, ku piştî polîs qebûl kiriye ku sixêf kiriye, lêkolîn hatiye destpêkirin. Ev lêkolîn niha di kîjan astê de ye?
Wezîfeya polîsê sixêf kiriye, hatiye rawestandin?
Heta roja îro, bûyereke bi heman rengî ya sixêfan a wezîfedarên ewlekariyê yên ser bi wezareta we, rû daye? Eger rû dabe, ev wezîfedarên ewlekariyê bi çi rengî hatine cezakirin?
Dema wezîfedarên ewlekariyê yên ser bi wezareta we sixêfê li welatiyan bike, hingî pêkanîneke çawa ya cezaî dikeve dewrê?"