Zeybel ê bi gulleya komên çete jiyana xwe ji dest da hat defnkirin
Zeybel ê bi gulleya komên çete jiyana xwe ji dest da hat defnkirin
Zeybel ê bi gulleya komên çete jiyana xwe ji dest da hat defnkirin
Ramazan Zeybel ê 45 salî ku di encama gullebarana komên çete de li Serêkaniyê ya Serxetê jiyana xwe ji dest da hat defnkirin.
Ramazan Zeybel ê 45 salî di encama gullebarana komên çeteyên El Nusra de ku jiyana xwe ji dest da li gundê Şawato ê girêdayî Serêkaniyê ya Serxetê hat defnkirin. Zeybel dema li ser Caddeya Gazî digeriya ku gulle li bedena wî ketin bi giranî birîndar bibû. Zeybel ê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Riha tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ramazan Zeybel piştî otopsiyê ji aliyê xizmên wî ve hat wergirtin û birin gundê Şawato. Piştî nimêja cenaze ya li mizgefta gund Zeybel li Goristana gund hat veşartin.