Zarokê malbata xwe winda kir bi tena xwe sînor derbas kir

Zarokê malbata xwe winda kir bi tena xwe sînor derbas kir

Gel dema dît kesekî bi tena xwe ji gundê Elîşar û Kosîk ên li pêşberî gundê Elîzêr ê li sînorê Kobanê û Pirsûsê tê, ketin tevgerê. Dema ferq kirin kesê ji Rojava ber bi gund ve tê zarokeke, kesek ji bo wî bigire şandin. Zarokê 10 salî got ku bi rojane dimeşe û navê wî Hemûrî Huseyîn e û diyar kir malbata xwe winda kiriye.

Nobeta berxwedanê ya li sînorê Koban û Pîrsûsê didome, gel şopandina sînor didomîne. Dema girsê dît kesek ji xeta sînor tê gundê Elîzêr  ketin tevgerê. Dema gel piştî kêliyekî ferq kirin ê ji sînor ve tê zarokeke, kesek şandin pêşiya wî. Zarokê hîn di şoka bûyerê de bû û diyar kir bi rojane dimeşe, yekem av û bîskevît danê.

Zarokê 10 salî got ku navê wî Hemûrî Huseyîn e, diyar kir ji navenda Kobanê li pêşberî Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê dirûn. Hemûrî Huseyînî got ku bavê wî li Kobanê dimîne, bi dayika xwe re sînor derbas kirine û piştre cardin dayika wî vegeriya ye, di vê navberê de malbata xwe winda kiriye û diyar kir ku navê bavê wî Osman Nuro û navê dayika wî jî Naîle ye. Zarokê got ku dukaneke hesînî ya bavê wî heye û diyar kir xwişk û birayên wî yên bi navê Mîzgîn, Nur, Hemûdê û Merwan jî hene.

Ji bo peydakirina malbata zarokê niha li gundê Elîzêr e, bi gel re Rojavayiyên li Elîzêrin seferber bûn. Kobaniyekî bi zarok re axivî diyar kir li gor adres û tarîfên dane taxa malbata zarok lê rûdine tespît kirine û got ku wê bi asayîşa Kobanê re bikevin peywendiyê û zarok bigihînin malbata wî.