Yuksek: Ji ber di 6-7’ê Cotmehê de sebra gelê me nema herikî kolanan

Yuksek: Ji ber di 6-7’ê Cotmehê de sebra gelê me nema herikî kolanan

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek di Kongreya Rêxistina DBP’ê ya Wanê de axivî. Yuksek  bal kişand ser çalakiyên 6-7’ê Cotmehê yên bi armanca piştevaniya bi Kobanê re hatin lidarxistin û got, “Gelê me ji bo di 6-7’ê Cotmehê de sebra wê nema derket kolanan."

Rêxistina DBP’ê ya Wanê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayi pêk anî. Li Salona Dawetê la Dîren a kongre pêk hat wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên DBP’ê, pankarta “Ji bo Birêz Ocalan azadî”, “Em ax, av û enerjiya xwe bikin komun” hatin daliqandin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, delege û gelek welatî beşdar bûn. Piştî rêzgirtinê endama Dîwana Kongreyê Herdem Kizilkaya pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo DBP’ê xwend. Peyama ku hate xwendin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin.

Serokê DBP’ê yê Wanê Musa Îtah axivî û diyar kir ku ew di nava 2 salan de hewl dane ku layiqî gel bin û li gorî pîvanên nirxên azadiyê xebitîne. Îtah got ku heke ew pîvanên yên li Kobanê li ber xwe didin esas bigirin wê bi ser kevin û operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin kirin bi bîr xist û got ku operasyon bi têkoşînê hatine pûç kirin. Îtah bilêv kir ku di nava 2 salên ku xebat meşandine de kêmasiyên wan ên derketine gel dikare ji wan hesab biripse û spasiyên xwe li gel kir ku 2 sal in li cem wan in.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek jî di destpêka axaftina xwe de kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane û Kader Ortakaya bi bîr anî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên li girtîgehan silav kir. Yuksek diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokê re derbas dibin û heke bi têkoşîneke rast bimeşînin wê sedsala pêş a Kurdistanê pêk bê. Yuksek di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd êdî bi salan e hene û têkoşîna azadiyê didin. Êdî tu kes nikare mafên gelê Kurd binpê bike, hebûna wê tune bihesibîne. Cîhana ku bi salan e me tune dihesibînê êdî hêdî hêdî pişta me cih digire.”

Yuksek di axaftina xwe bal kişand ser çalakiyên 6-7’ê Cotmehê yên bi armanca piştevaniya bi Kobanê re hatin lidarxistin û got, “Gelê me ji bo di 6-7’ê Cotmehê de sebra wê nema derket kolanan. Gelê me AKP û DAIŞ şermezar kir. Lê belê hikûmetê êrîşî van çalakiyên demokratîk kir û bû sedem ku 40 mirovên me jiyana xwe ji dest bidin. Ez hikûmeta AKP’ê ya bû sedema vê lanet dikim.”

Yuksek da zanîn ku gelê Kurd di encama têkoşînê de bûye xwedî hişmendinya neteweyî û kurd xwedî gel, partî û rêberekî bi rûmet in. Yuksek bal kişand li ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî û got ku Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelê Kurd asteng bike. Yuksek da zanîn ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên neyênî bêalternatîf nîn e, tevî hemû tiştan ew dixwazin di nava yekîtiya Tirkiyeyê de tevbigerin û Ocalan hê jî girêdayî nêrînên xwe yên di Newroza 2013’an a Amedê ye û bi siyaseta demokratîk ve dê bigihîje serkeftinê.

Yuksek diyar kir ku AKP pêşiya siyaseta demokratîk digire û operasyonên di bin navê KCK’ê de pêk hatin û êrîşên li dijî HDP û DBP’ê bi bîr xist. Yuksek nêzîkatiya rayedarên hikûmeta AKP’ê ya li hemberê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî rexne kir û got ku Ocalan xeta sor a gelê Kurd û partiya wan e, xwest hikûmet bi berpirsyarî tevbigere.

Yuksek bilêv kir ku roleke DBP’ê ya bihêzkirina demokrasî û neteweya demokratîk heye, ew bi hikûmetê re di nava diyalogê de bin jî pêdivî bi dewletê nabînin û ew dixwazin li her derê xwe bigihînin hêza karibin xwe bi rê ve bibin. Yuksek destnîşan kir ku kongreya wan a Wanê li ser vî esasî pêk tê û ji hemû kesên ku ked dane spasiyên xwe pêşkêş kir.

Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Hamrî Şahîn û M. Miraz Çalli ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.