YPG'yiyan rewşa li eniya rojhilat vegotin
YPG'yiyan rewşa li eniya rojhilat vegotin
YPG'yiyan rewşa li eniya rojhilat vegotin

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana Kobanê di roja 16. de dewam dikin. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li eniya Rojihlat duh bi şev pevçûnên giran qewimîn.
Ji fermandarên eniya rojhilat Newroz Kobanê, şervanê YPG'ê Ciwan Tirko yê bi eslê xwe Tirk ku di dema êrîşên DAIŞ'ê yên meha Tîrmehê de beşdarî nav refên YPG'ê bû û bavê sê zarokan şervanê YPG'ê Mazlûm Kobanê, rewşa li eniya rojhilat ji ANF'ê re nirxandin.
Li eniya rojhilat ku çeteyên DAIŞ'ê ji roja destpêkê ya êrîşan hêzeke giran li herêmê civandiye, berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê ya roj bi roj mezin dibe rê nade çeteyan. Ji ber ku nêzî sînor e, ev herêm weke herêma herî zêde alîkariya dewleta Tirk ji çeteyan re tê dayîn e.
‘DIXWAZIN JI ENIYA ROJHILAT XWE BERDIN NAV KOBANÊ’

Fermandar Newroz Kobanê da xuyakirin ku li eniya rojhilat, di rojên dawî de êrîş zêde bûne û got, "Di rojên dawî de hema bêjin hemû hêzên xwe li vê eniyê civandine. Li eniya rojhilat, nuqteyên êrîşî yên DAIŞ'ê gelekî nêzî sînorê Tirkiyeyê ne. Ev yek avantajekê dide DAIŞ'ê ji ber ku dewleta Tirk ji vir destekek xurt dide çeteyan. Danê êvarê dewleta Tirk elektrîka li herêma sînor qut dike û bi vî rengî derfeta xwe veşartinê dide çeteyan, rê li ber çûn û hatina çeteyan vedike. Wekî din eniya rojhilat ji aliyê erdnîgarî ve jî eniyeke ne zêde guncaw e. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe herî zêde ji vir dişidînin."
ÇETE Û ALAVÊN LEŞKERÎ CIVANDIN
Kobanê ragihand ku vê gavê hejmareke zêde ya çete û alavên leşkerî li eniya rojhilat hatine civandin û destnîşan kir ku ew bi biryar in di xeta xwe ya parastinê de gavekê jî bi paş ve neçin.
Newroz Kobanê axaftina xwe wiha dewam kir:
"Berxwedaneke gelekî mezin heye. Bi vê berxwedanê re derbên gelekî giran li dijmin hat xistin. Gelek çete hatin kuştin û bêyî cenazeyê xwe werbigirin, reviyan. Çeteya DAIŞ'ê di rojên dawî de derbên giran xwar. Duh li vir (pêr) tankek hat tinekirin."

Newroz Kobanê ragihand ku di êrîşên 15 rojên dawî de li vê eniyê pevçûnên dijwar qewimîne û got, "Şervanên YPG/YPJ'ê berxwedaneke lehengî nîşan dan. Berxwedana me ya dîrokî dewam dike, li dijî DAIŞ'ê heta qonaxa dawî ya şer, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Serketin wê ya me be û her hevalekî me wê xaka xwe heta mirinê biparêzin."
Newroz Kobanê da zanîn ku şer bi mehan dewam bike jî ew ê li ber xwe bidin û ji eniya rojhilat Kobanê biparêzin. Kobanê diyar kir ku jin li vê eniyê jî weke pêşneg cih digirin:
"Niha li Kobanê bi dehan hevalên me hene ku bi lehengî gihaştine şehadetê. Li Kobanê şerê me yê parastinê di pêşengiya jinê de bi pêş ket. Jin bi biryardarî û hêza xwe ya îdîayê li her eniyê ji şer re pêşengiyê dikin. Ji ber vê yekê di nava çeteyên DAIŞ'ê de rê li ber fikarên mezin vekirine, çete tirsandine."
ŞERÊ KOBANÊ NE TENÊ ŞERÊ KURDAN E

Ciwan Tirko, ku piştî çalakiyên Gezî weke ciwanekî Tirk ê sosyalîst ew tevlî refên YPG'ê bû, ji roja destpêkê ya êrîşan û vir ve li eniya rojhilat beşdarî berxwedanê dibe. Ciwan Tirko da xuyakirin ku ew di nava şerê 15 rojên dawî yê mezin de cih digire û berxwedana rêhevalên wî ji tevahiya cîhanê re mînake û got, "Em li hemberî çeteyan û desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan şer dikin."

Ciwan Tirko axaftina xwe wiha dewam kir:
"Li gel êrîşa ewçend tank, topên giran û hêzeke zêde, em di nava hestên rêhevaltiyê de gelê xwe û vê xakê diparêzin. Ev şer ne tenê şerê Kurdan e. Şerê tevahiya gelên bindest, şerê rizgariya bidestên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê ez bang li tevahiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn dikim ku tevlî vî şerî bibin."
Ciwan Tirko da xuyakirin ku heman berî pêla dawî ya êrîşan ew birîndar bûye û bi êrîşan re wî li eniya şer cihê xwe girtiye û got, "Ez soz didim gelê Kurdistanê. Ez ê heta dawiyê xaka Kobanê biparêzim. Em ê destûrê nedin ku çete bikevin nava Kobanê."
BIRAYEKÎ XWE WINDA KIRIYE, EW Û BIRAYÊ WÎ BIRÎNDAR BÛYE

Bavê sê zarokan Mazlûm Kobanê yê beriya salekê tevlî refên YPG'ê bû, bi du birayên xwe re di nav YPG'ê de cih girtiye.
Mazlûm Kobanê dibêje birayekî wî di şerê meha Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wî yê din jî ji lingê xwe birîndar bûye.
Mazlûm Kobanê got, "Ez berî niha du caran birîndar bûm, lê bi vê êrîşa dawî re careke din tevlî refên şer bûm û ji bo parastina Kobanê min cihê xwe di şer de girt."
Kobanê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî dike: "Min birayê xwe winda kir, ez ê jî heta dawiyê şer bikim. Ev der xaka me ye, em ê ji rûmeta xwe ti carî tawîzê nedin.
