YPG: Li pişt komploya Dêr Belût îstîxbarata Tirk heye
YPG: Li pişt komploya Dêr Belût îstîxbarata Tirk heye
YPG: Li pişt komploya Dêr Belût îstîxbarata Tirk heye
YPG'ê da xuyakirin ku, li pişt komploya li dijî şervanên YPG'ê ya li gundê Dêr Belût ê Efrînê, îstîxbarata Tirk heye. Hat ragihandin ku, di şerê li vê derê de 3 kesên ji îstîxabarata Tirk re dixebitîn hatine kuştin, nêzî 40 kes jî hatine binçavkirin.
Fermandariya YPG'ê ya Herêma Efrîn-Helebê, der heqê bûyera pêr li gundê Dêr Belût ê ser bi navçeya Efrîn Cindirêsê rû da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi destê îstîxbarata Tirkiyê li hevalên me komplo hatiye kirin" û hat destnîşankirin ku, di operasyona piştî bûyerê de nêzî 40 kesên di komployê de cih digirtin û bi îstîxbarata Tirk re dixebitîn, hatine binçavkirin.
YPG'ê diyar kir ku, di serî de Dêr Bilût li gelek gundên ser sînorê Tirkiyê, îstixbarata Tirkiyê hewl didin bi rêya hin kesan xwe rêxistin bike û anî ziman ku serkêşê vê rêxistinbûyînê Erebekî bi navê Cemal Ubeyd e. YPG'ê êrişên li dijî endamên xwe weha rave kir:
DI KOMPLOYÊ DE YEK JÊ ENDAMÊ MECLÎSA LEŞKERÎ 2 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
"Kesê bi navê Cemal Ubeyd, du şev berê dibêje li gund pirsgirêk heye û bang li hevalên me dike ku werin çareser bikin. Li ser banga wî, endamê me yê Meclîsa Leşkerî Zekeriya Îbo bi komeke ji hevalên me re, diçe gund. Cemal Ubeyd, hevalên me yên çûn gund pêşwazî dike, wan dibe malekê, ji wan re dibêje; hûn rûnên, ezê xwediyên pirsgirêkê bînim gel we û ji malê derdikeve. Gava ji malê derdikeve, bi komeke xwe ya li gund rêxistinkiribû, ji pişt ve li hevalên me dixe. Di encama vê komployê de endamê me yê Meclîsa Leşkerî ya Efrînê Zekeriya Îbo û hevalê me Hemûdê Îsa jiyana xwe ji dest didin."
XEBATKARÊN ÎSTÎXBARATA TIRK JI EREBÎSTANA SÛÛDÎ Û QÛWEYTÊ NE
Fermandariya YPG'ê da xuyakirin ku, heman piştî bûyerê hêzên YPG'ê operasyon dane destpêkirin û di dema destwerdanê de ji bo demeke kin pevçûn derketiye. YPG'ê diyar kir ku, li pişt bûyerê îstîxbarata Tirk heye û ragihand ku di pevçûnê de 3 kes hatine kuştin, 40 kes jî hatine binçavkirin. Daxuyaniya Fermandariya YPG'ê weha dewam kir:
"Di dema destwerdana me de, sê kesên ji îstîxbarata Tirk re dixebitîn, hatin kuştin. Ev kesên mijara gotinê, yek jê ji Erebîstana Sûûdî û yek jî ji Qûweytê ne. Vê êrişê bi tena serê xwe nîşan daye, ku êrişên li dijî gelê me yê li herêma Efrînê, plana hêzên navnetewî ye."
40 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin; "Di encama operasyona heta doh êvarê de, tevî serkêşê rêxistinbûyîna îstîxbarata Tirk a li gundên me Cemal Ubeyd û hin Kurdên xayin û noker ên ji Tirkiyê re sîxuriyê dikin, 40 kes ji aliyê hêzên me ve hatine binçavkirin. Lêpirsîna van kesan dewam dike û bi eşkerebûna rola wan a di komployê de, wê radestî dadgehê werin kirin. Her weha, heta kesên alîkariya van kirine werin girtin û radestî edaletê bên kirin, wê operasyona me dewam bike."