Li gorî agahiyan, şeva bihurî li navçeyên Pîranşar û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Rojhilatê Kurdistanê û artêşa Pasdaran a Îranê de şer qewimî. Hate ragihandin ku şer li nêzî gundê Musalan yê Serdeştê û navçeya Berî Mêrgan ya Pîranşarê qewimî.
Heta niha ti aliyan daxuyaniyek fermî li ser bûyerê nedane. Lê li gorî ajansa Rojnewsê, di şer de yê li navçeya Qizqapan ya Pîranşarê 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku navê pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ne: Ebdulla Hacî Ebdulla, Karo Hormoziyarî, Tuwana Osmanî, Ferdîn Çengîzî û Mihemed Gergulî ye. Li gorî agahiyan her 5 pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê heta niha ti partiyek daxuyaniyek fermî nedaye.
Li ser encama şerê li Musalan a Serdeştê heta niha ti agahî bi dest neketin.