YPG’ê welatiyên ereb ji destê komên çekdar rizgar kirin

YPG’ê welatiyên ereb ji destê komên çekdar rizgar kirin

Li herêma Girkê Legê pevçûnên ku li dora gundê Girhok ku wekî baregeha komên çete tê bikaranîn û gundê Elî Axa şevêdin destpê kirin, îro heta saet 13.00’an dom kirin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de 25 endamên komên çekdar hatine kuştin û ji wana 12 cenaze di destê YPG’ê de ne. Her wiha hinek welatiyên ereb jî ji destê van koman hatin rizgarkirin.

Şerê dijwar yê li herema Girkêlegê didome. Hate ragihandin ku şerê li derdora gundê Girhok ku wek barageha komên çete tê bikar anîn ji şevê din heta îro  saet 13.00’an bi dijwarî dom kir. Hate ragihandin ku di pevçûnan de 25 endamên komên çekdar hatine kuştin û gelek ji wana jî reviyan e.

Her wiha hate gotin ku tangek komên çekdar jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye dorpêçkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di pevçûnan de 12 cenazeyên endamên komên çekdar ketin destê YPG’ê. Her wiha 12 çek û alavêndin ên leşkerî hatin desteserkirin.

Li aliyê din hêzên YPG’ê sivîlên Ereb yên li gundê Qîro ku di destê Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad El Şam de bûn jî rizgar kirin û ew anîn Çilaxa.