YPG'ê nasnameya 8 şervanên jiyana xwe ji destdane eşkere kir
YPG'ê nasnameya 8 şervanên jiyana xwe ji destdane eşkere kir
YPG'ê nasnameya 8 şervanên jiyana xwe ji destdane eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku komên çete yên êrîşî gundên Xêbiş û Esfuriyê kirine, piştî gelek windahî dane, ji herêmê hatine derxistin. Navenda çapemeniyê destnîşan kir di pevçûnan de 8 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe jidest dane.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşa komên çete ku di 20’ê mijdara 2013’an (duh) de li dijî gundên Xêbiş û Esfuriyê yên Til Temir pêk hatibû û şerê derketibû de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku duh saet di 06.00’ê sibehê de komên çete êrîşî gundên Xêbiş û Esfuriyê yên girêdayî Til Temir kirine û li ser vê yeke hêzên YPG’ê bersiv daye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di encama pevçûnan de komên çete têk çûne û ji herdu gundan hatin derxistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê berxwedaniyek bêhempa nîşan daye, di encama vê berxwedanê de herdu gund bi temamî hatin paqijkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê berxwedanê de 8 şervanên YPG-YPJ’ê ku di nava wan de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û Endama Meclisa Leşkerî ya YPG’ê Hêvîdar Dara jî heye, jiyana xwe jidest dane.
Di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildana “şehîdan” hate dayîn û ev tişt hatin gotin: “Em wekî rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soz didin şehîdên xwe yên leheng ku em ê tola wan hildin û li ser xeta wan a ji bo azadiya gel û parastina herêmê bimeşin. Bila hemû kes zanibin ku em ê wekî hemleyên xwe yên heta niha tola şehîdên xwe bigirin û dilsoziya xwe nîşan bidin. Em ê di çarçoveya tolhildana şehîdên Til Temir de hemû herêmê ji komên terorê paqij bikin û ev hemleya me heta ku teror ji kokê xilas dibe, wê dom bike.”
Di daxuyaniyê de nasnameyên şervanên YPG/YPJ’ê yên jiyana xwe jidest dane jî hatin eşkerekirin.
Nasnameyên 8 şervanan wiha ne:
Nav: Besna Xalid
Nasnav: Hêvîdar Dara
Navê dayikê: Zekiya
Navê bav: Xalid Elî
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Girkê Legê/1974
Dîroka tevlîbûna têkoşînê: 1994
Nav: Ehmed Emîn
Nasnav: Agirî
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Kamil
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Um Şiêfa/Til Temir/1992
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir -2012
Nav: Hozan Şêxmus
Nasnav: Berxwedan
Navê dayikê: Hemdiye
Navê bav: Kemal
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Um Şiêfa/Til Temir/1996
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2012
Nav: Warşîn Emîn
Nasnav: Cudî
Navê dayikê: Gulistan
Navê bav: Kemal
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1989
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2013
Nav: Rênas Emîn
Nasnav: Rojdem
Navê bav: Cemîl
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1996
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2013
Nav: Nebîxe Ehmed
Nasnav: Arjîn
Navê dayikê: Fehîme
Navê bav: Xalid
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1995
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir/2013
Nav: Kamuran Bekir
Nasnav: Kamuran
Navê bav: Ferzat
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1994
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir/2013
Nav: Qasim Kutê
Nasnav: Qasim
Navê bav: Ebdulbaqî
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir-1995
Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2013