BI DÎMEN

Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand

Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nevîn ji kesayetên sembol ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedaî ya Zîlan bû pêlek û tevger bi temamî xist nava xwe.

ZÎLAN - ZEYNEP KINACI

Di ser çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) re 30 sal derbas bûn ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê pêk anî. Çalakiya şehîd Zîlan di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ne tenê weke çalakiyeke leşkerî; di heman demê de weke manîfestoyeke azadiyê, xeta jiyana azad û asoyê fikrekî nû tê qebûlkirin. Hevrêyên wê Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nêvîn bi wesîleya salvegera 30'emîn a şehadeta şehîd Zîlan qala kesayetî, rêbaza wê ya jiyanê û mîrateya ku li pey xwe hiştiye kirin.

Gorsê Ayhan anî ziman ku wî di bihara sala 1996'an de şehîd Zîlan nas kir, bi qasî du mehan bi hev re man, wê demê li gel ku hemû ciwan bûn hin mirov ti carî nehatin jibîrkirin, di hişê mirovan de timî zindî man û got, "Me hevala Zîlan beriya 30 salan nas kir. Lê belê weke ku îro jî di nava de de ye. Bîranînên wê, nêrîn, sekna wê, hevrêtiya wê û ruhê wê yê ber bi azadiyê ve her tim di bîra me de ye. Têkiliya wê ya bi mirovan, jinan, mêran û di heman demê de bi xwezayê, avê, çiyê û hawirdorê re gelekî cuda û taybet bû. Car carna me nîqaş dikir, carna mirov bêçare diman; lê belê bêçaretî li gel hevala Zîlan tine bû. Wê her tim wate û qîmet tevlî jiyanê dikir. Timî li xwe dipirsî, rexnedayina xwe dikir. Ji bo dijmin rast bê fêhmkirin û were têkbirin, timî digot ku divê em li xwe binihêrin, xwe nas bikin. Dema ku mirov li ser xeta azadiya mirov di navbera jin û mêr de hevrêtiyeke rast biafirîne, têkoşîneke kûr li ser vê bingehê bimeşîne, şerê herî mezin destpêkê li dijî xwe, piştre jî li hemberî dijmin bimeşîne, hingî digihêje serketinê."

Gorsê Ayhan diyar kir ku bala şehîd Zîlan gelekî li ser dîrok û çanda Dersimê bû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Rast e, dibe ku her tim ne li wir bû; lê belê timî dipirsî, lêkolîn dikir. Dîroka Dersimê, kevneşopiya wê, şer û berxwedana wê ya rabirdûyê, zor û zehmetiyên gel bi baldariyeke mezin lêkolîn dikir. Her lêkolîn û pirsa wê nîşaneya daxwaza wê ya ji bo encamwergirtinê û afirandina tiştên nû bû. Ev lêgerîn ruh û cewhera wê bi xwe bû. Ruhê wê mirov hembêz dikir. Hem ji aliyê fîzîkî hem jî ruhî ve, di heman demê de bi şewqa li nava çavên xwe timî xwedî kelecaneke mezin a jiyanê bû. Mirov ruhê wê û coşa wê ya jiyanê timî dikarîbû hîs bikira."

'ZÎLAN ÎRO JÎ RÊYA ME RONÎ DIKE'

Gorsê Ayhan ragihand ku 30'ê Hezîranê dema ku ji televîzyon û radyoyê nûçeya li ser şehadeta Zîlan bihîstin destpêkê wateya çalakiya fedaîtiyê fêhm nekirin, ji ber ku feraseta fedaîtiyê wê demê bi qasî vê demê nebû û got, "Dema ku nameyên Zîlan û nirxandinên Rêbertî gihîştin, me fêhm kir ku Zîlan manîfestoyeke nû nivîsî ye. Her ku pirtûk û manîfestoyên nû yên têkildarî azadiya jinê piştî 30 salên ji çalakiyê em dixwînin, baştir fêhm dikin ku hîmê van hemûyan bi çalakî û kesayetiya hevala Zîlan hatiye danîn. Her ku em metn û manîfestoyên nû yên perwerdeyê dixwînin; jinê, wateya azadiya jinê fêhm dikin bê çima bingeha azadiya civakê ye. Hevala Zîlan beriya bi 30 salan ev hemû bi pratîk û ruhê xwe nîşanî me dabû. Û xeteke welê ya jiyanê nîşanî me da ku îro bûye bingeha têkoşîna jinan li tevahiya cîhanê. Weke şopdarên hevala Zîlan em di nava kîjan şert û mercan de dibin bila bibin, em ê li ser mîrate û xeta wê bi dewamî bimeşin. Ruhê Zîlan îro jî rêya me ronî dike û garantiya serketina me ye."

'BÛ PÊLEK Û TEVGERA BI TEMAMÎ HEMBÊZ KIR'

Berfîn Aram Nêvîn jî bi balkişandina li ser bandora çalakiya fedaî ya Zîlan dest bi axaftina xwe kir û got, "Di salvegera 30'emîn a şehadeta hevala Zîlan de em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Çalakiya 30'ê Hezîrana 1996'an di nava tevgear Apoyî de weke pêlekê belav bû û bandoreke gelekî mezin kir. Piştî xeta fedaî ya hevala Zîlan bi sedan hevrêyî bi can, ruh, fikir û sekna wê xwe kirin bombe û di dilê dijmin de teqandin. Ev yek mîrateyeke mezin e ku me ji şehîdên xwe wergirtiye. Hevala Zîlan weke jineke berxwedêr rabû ser piyan. Jinên ku her kesî ji bo wan digotin, 'nabe', 'nikarin bi ser bixînin', 'nikarin rabin ser piyan', nikarin pêşengiyê ji berxwedanê re bikin' di nava tevgera Apoyî de nîşan dan ku jin dikarin bibin xwedî artêş. Zîlan bi canê xwe xeteke fedaî afirand. Vê xetê mîrateyeke welê mezin ji me re hişt ku îro jî em li ser xeta wê dimeşin û têkoşîna wê dewam dikin."

Berfîn Aram Nêvîn diyar kir ku şehîd Zîlan hem tevger nas kir hem jî bi rengê herî radîkal xist meriyetê. Berfîn Aram Nêvîn ragihand ku Zîlan di asta herî bilind de bi Rêbertî re bû yek, weke gerîlayekê sînor hemû ji holê rakir, fedaîtî bi wateya xwe ya herî rast fêhm kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, "Fedaîtî ne tenê fedakirina canê xwe ye, yan jî teqandina xwe li nava dijmin e. Fedaîtiya rasteqîn di wê kêliyê de destpê dike ku dema mirov dijminê di nava xwe de dikuje. Hevala Zîlan di ruh, bedena xwe de bi têkoşînê dijminê di nava xwe de ji holê rakiribû. Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê veguherî nîşaneya azadî û îradeyê.

Hevala Zîlan bersiva herî mezin da komploya ku ji bo îmhakirina Rêberê me hate kirin. Bi hişmendî, îrade û biryardariya xwe bersiveke welê da ku vê têgihiştinê ne tenê li nava dijmin, di zîhniyeta dewletperestiyê de teqîneke mezin kir. Hevala Zîlan di nameya xwe de digot, 'Eger ji canê min bêhtir tiştekî din ê min ê hêja herbûya min ê ew jî bida'. Ev yek nêzîkatiya dilnizm a felsefeya me ye. Rêber Apo jî gotibû, 'Zîlan fermandara min e, ez şervanê Zîlan im'. Em jî weke şervanên hevala Zîlan heta dawiyê em ê li ser vê xetê bimeşin. Ev têkoşîn sed salî jî dewam bike wê di mijara fedaîtî û jiyana azad de biryardariya me neheje. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin em ê ti carî dest ji vê dozê bernedin."