YPG'ê li Çelbê operasyon pêkanî: Doçkayek hate rûxandin

YPG'ê li Çelbê operasyon pêkanî: Doçkayek hate rûxandin

Hate ragihadin ku, li gundê Çelbê yê Girê Spî hêzên YPG’ê wesayîtek doçka ya Eniya El-Nusra bi temamî rûxandiye û 2 jî hatine derbkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên YPG’ê gundê Çelbê ku komên Eniya El-Nusra ketinê, dorpêç kir. Hate gotin ku, îro li derdora demjimêr 17.00’an de pevçûn derket û di encamê de wesayîtek doçka bi temamî hate rûxandin, 2’yan jî derbe xwarin. Pevçûn didomin.